Monday 4 March 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Awûstralya li Iraqê kir



Roja dûşema 04.03.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Glenn Miles Balyozê Awustralya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Awustralya pesnê peywendiyên du qolî yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir û xwesta welatê xwe ya ji bo kûrkirina van peywendiyan xisterû.

Li hevdîtinê de behsa hilbijartina Parlemenê li Herêma Kurdistanê kirin ku biryare li 10ê hezîrana îsal bê encamdan, li vî warî de pirsa dijwariyên birêveçûna proseyê ya bi bêyî beşdariya hemû pêkhatan guftûgo kirin, ji ber wê yekê ku hilweşandina dawiya pêkhatan lêdane li pirsa hevbeşî û pêkvejiyanê.

Ewe jî xiste rû ku Herêma Kurdistanê berdewam pêdagîriyê li ser pêkvejiyanê kiriye, bi wê pêgeha yek ji wan bingehan serekiyane ku beşdarîkirin li proseya siyasiya li herêmê da li serî hatibû avakirin.

Eve jî zelal kir ku pêkhat beşekî veneqetiyê li gelê Kurdistanê û ji ber tundiya kêbirkêyan renge bibê hebûna kota nikarin nûnerayetiya xwe li Parlemena Kurdistanê dest bixin.

Li mijareke dinê hevdîtinê de, mayina hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê hate behs kirin, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku eve pirsekî niştimaniye û peywîste bi hemû pêkhatan û pêwîste li vî nêrînî ve temaşa bi metirsiyên serhildana terorê bê kirin.