Wednesday 22 September 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Awusturya li Urdin û Iraqê kir



Roja çarşem 22.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Oskar Wüstinger Balyozê Awusturya li Urdin û Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û Awusturya de tekez li ser pêşxistina peywendiya dostaneya di navbera her du aliyan û berfirehkirina peywendiyên li warê bazirganî û veberhênanê kirin.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Awusturya pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstên Da'îş kir û xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê bilind nirxand.

Her li vê civînê de tîşk xiste li ser gefên li ber proseya siyasî û hilbijartinên meha cotmeha bê ya Iraqê û her du alî hêvî xwestin hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê bibê sedemek ji bo baştirbûna rewşa giştiya Iraqê û pêkanîna xwesta welatiyan ya ji bo guhertinan.

Rewşa Şingalê û astengên li berdem asayîkirina rewşa Şingalê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.