Wednesday 14 February 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê bi wekalet kir



Roja çarşema 14.02.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz David Burger Balyozê Amerîka li Iraqê bi wekalet û şandekî li gel da kir.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û êrîşên terorê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal û astengiyên li ber wan peywendiyan de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa giştiya Iraq û Herêma Kurdistanê Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste hemû aliyek pêdagirê wê destûrê bin ku gelên Iraqê deng pê dane û qewareya Herêma Kurdistanê û sazî û damezraweyên wê bêne parastin. Nabê bi awayeke nedestûrî dest li proseya yasadanana Herêmê bê kirin. Her wekî li destûrê da jî bi zelalî hatiye destnîşankirin li rewşa bûna cûdahiya li navbera yasayên Herêmê û yasayên Encûmena Nûnerên Iraqê hebû ewe ewlewiyet ji bo yasayên Herêmê dibe.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêwîste hilbijartinên Parlemena Kurdistanê bêne encamdan û nabê bi hêcetên nedestûrî tevlî karûbarên proseya hilbijartinê û rêkarên wê bê bibin û nabê astengî ji bo wê bêne dirustkirin û hewl ji bo paşxistina wê bê dayîn bi hêcetên hebûna taneyên yasayî.

Di derbarê hilbijartina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê jî Serok Barzanî wê yekê xisterû ku xwazyarê ewene pêkhateya Sûnne bi hevtêgihiştina li navbera xwe da li ser kandîdek rêk bikevin û hemû aliyek jî hevkar bin ji bo serkeftina proseya hilbijartina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê.

Di derbarê rewşa mayina hêza hevpeymanan li Iraqê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ev babete pirsekî niştimaniye û peywîst nîne tenê bi pêkhateyekî diyarkirî û divê ev babet ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve û li rêya Wezaret û sazî û damezraweyên wê yên fermî ve bi guftûgo li gel hevpeymanan bigihin rêkeftin û encamek. Divê hemû pêkhatên Iraqê jî wê rastiyê bizanin ku hê jî gefa terorê û metirsiya serhildana wê her berqerare. Her di derbarê vê pirsê ve Serok Barzanî wê yekê zêdetir ji bo şanda mîhvan zelal kir ku pêwîste hemû aliyek piştevanê proseya diyalog û rêkeftina di navbera Hikûmeta Iraqê û hevpeymanan bin û ev babete erkê Parlemenê nîne û bi navê berjewendiyên Iraqê divê dûr bê li muzayedeya siyasî û lêkeft û hevkêşeyên herêmî û divê berjewendî û aramî û asayîşa hemû cîh û pêkhatên Iraqê li ber çavan bê wergirtin.

Hemû aliyek jî baş dizanin eger Amerîka rejîma berê nerûxandiba û yarmetiya Iraqiyan li proseya azadiya Iraqê de nedaba, ewên niha li Iraqê desthilatdarin tu demekê nedikarîn hukma Iraqê bikin.