Roja yekşem 14.01.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Anu Saarela Balyoza nû ya Fînlenda li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Balyoza Fînlenda dilxweşiya xwe bi serdankirina Herêma Kurdistanê derbirî û aramî û pêşketinên Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Li dirêjahiya hevdîtinê de di derbarê guhertinên dawî yên li Iraq û navçeyê bi giştî û peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser berdewamiya guftûgoyên ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê kirin.
Serok Barzanî spasî Balyoza Fînlenda kir û hêviya serkeftinê li erkê wê da xwest û spasî gel û Hikumeta Fînlenda kir ku li hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û her wiha pesnê rola hêzên Fînlenda û Hevpeymanan ya li rûbirûbûna terorê û pêşkêşkirina hevkariyên ji bo Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê herdem hewl daye roleke ber bi çav li aramiya Iraqê de hebê.
Balyoza Fînlenda rol û ezmûna Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ya li asta navçeyê da bilind nirxand.