Saturday 30 March 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê kir



Roja şemiya 30ê Adara 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê guftûgo kirin û ronahî xistin li ser rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û hilbijartina Parlemena Kurdistanê, di derbarê vê babetê û beyannameya Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û daxwaz û mercên PDK yên ji bo beşdariya hilbijartinê. Balyoza Amerîka li Iraqê wê yekê xisterû ku li dilgiranî û têbîniyên PDK li ser hilbijartinê têdigihin û daxwaz û mercên Partî li gel Unami û aliyên siyasiyên Iraqî behskirine û Amerîka xwazyarê eweye ku Herêma Kurdistanê bihêz û aram bê û li gel aliyên din ji bo gihîştina bi çareseriyê li diyaloga berdewam da bê.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî xemxurî û dostayetiya Amerîkayê kir û balkişand li ser wê yekê ku PDK herdem li gel birêveçûna hilbijartinê bûye, lê belê aliyên din du sal berbest bûn li birêveçûna hilbijartinê û niha jî bi piştevaniya derekî hatine li rêya sazî û damezraweyekî nedestûrî awayeke wiha li birêveçûna hilbijartinê disepênin ku dûre ji bingeha yasayî û destûrî, li gel ewe da jî her li sala 2014 ve yariya siyasî bi budce û debara xelkê Kurdistanê tê kirin, ew jî ji bo lawazkirina pêgeha Herêma Kurdistanê ye.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku şerê birçîkirina xelkê Kurdistanê kirine ji bo bêzarkirina xelkê. Iraq ji mêj ve siyaseta dorpêçkirin û lawazkirina Herêma Kurdistanê li ber girtiye û niha jî Dadgeha Federal wekî çek û amrazek ji bo berdewamiya wê siyasetê bikartînin.

Her li vê civînê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku beyannameya Mekteba Siyasî gelek rûne. PDK li gel hilbijartinê ye lê belê li gel hilbijartinek da ye ku şefaf bê û rengê îradeya gelê Kurdistanê eşkere bike û dûr bê ji destêwerdana derekî û sepandina awayên neyasayî bi cûreyek ku pêş encamdana hilbijartinê, encamê li berjewendiya xwe de yek alî bikin. Nabê hilbijartin birêvebiçê bi bê beşdariya pêkhatan û parlemenek bê pêkanîn ku nûnerê pêkhatên wê têda nebê, heman demê de PDK komek serinc û têbîniyên teknîkî heye li ser dabeşkirina kursiyên parêzgehan û awayê karê Komîsyonê. Her wiha pêwîst jî dike aliyên Iraqî pêdagirê wê peymanê bin ku di dema pêkanîna hevpeymaniya îdareya dewletê rêkeftin li ser hatiye kirin û hîç ji wan xalan nehatine bi cîh kirin.

Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku giriftên Herêma Kurdistanê tenê hilbijartin nîne belku birîna debar û mûçeya xelkê û êrîşkirina li ser Herêmê û li ber girtina siyaseta nediruste li dijî Herêma Kurdistanê.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ragihand eger hemû alî xwazyarê ewe bin ku PDK beşdarî hilbijartinê bê ji xwe divê têbînî û serincên PDK jî ber çav bigrin ji bo birêveçûna hilbijartineke şefaf û bêgerd ku li xizmeta aramî û proseya demokrasiyê da bê. Hilbijartinek ku bi ajandaya derekî û bi destêwerdana neyasayî û nedestûrî ji bo sepandina şer`îyetekî sexte birêvebiçê çi cûre aramiyek pêknayne û çawa rengê îradeya rasteqîneya dengderan eşkere dike?

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku helwesta PDK û têbîniyên wê gelek zelalin û daxwazê ji civaka navdewletî û aliyên siyasiyên Iraqê kir ku palpiştê hilbijartinekî bêgerd û şefaf û yasayî û dûrî her cûre destwerdanek bin.