Wednesday 17 January 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê kir



Roja çarşema 17.01.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyoza Amerîka li Iraqê behsa ewe kir ku armanca serdana wê, ji bo derbirîna hevsozî û hevxemî û piştevaniya xwe û welatê wê ye ji bo gelê Kurdistanê, ji ber wê bombebarana bê hêceta Artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê û vê kirdarê bi binpêkirina serweriya axa Iraqê da zanîn û ragihand ev êrîş hîç hêcetek hilnagrin û em agahdarî ewene ku ewên bûne qurbanî xelkê sivîlîn û ew cihê hatiye muşekbaran kirin ciheke nîştecîhbûna xelkê medenî ye.

Serok Barzanî spasî Balyozê Amerîkayê kir ji bo gihandina hevsozî û hevxemiya gel û Hikumeta Amerîka û ragihand ku em herdem xwazyarê hebûna peywendiyeke bihêz û dostaneya bihêza Herêma Kurdistan û Iraqê ne li gel welatên cîran li ser bingeha rêzgirtina li serweriya axa hevdû û rêkeftina hevbeş. Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku êrîşên Artêşa Pasdaran bê bingehbûn û zulmekî mezin bû li hemû gelê Kurdistanê kirin û binpêkirina serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê bû, lê belê ev cûre êrîş îradeya gelê Kurdistanê naşkînin belku bihêztir û bi xûrttir dikin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku tu demekê li gel têkdan û tundutîjî û nearamiyê nînin û xwazyarê peywendiya dostane û bihêzin li gel welatên cîran lê belê naçîne jêrbarê sepandina biryarên taklayenane û xwesepandinê, bi vê navê da jî destberdarê bihayên pîrozên gelê xwe û doza rewaya wê nabîn li bin hîç êrîş û fişarek da.

Hengavên Hikumeta Federaliya Iraqê û hatina lîjneya derxistina rastiyan ji bo lêkolînê li êrîşa Artêşa Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê mijareke dinê guftûgoyan bûn, Serok Barzanî pesnê rola birêz Mihemed Şiya Sudanî Serokê Encumena Wezîrên Iraqê kir ku hewleke ciddî daye ji bo dûvdaçûn û gihîştina rastiyan û erkê destûriyên ser milê xwe bi cîh kiriye beramber wê zulma li xelkê Kurdistanê hate kirin.

Li dawiya hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî de danustandina bîr û ramanan kirin.