Roja pênçşema 22 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Ahmet Davutoglu Serokwezîrê berê yê Tirkiye û Serokê Partiya Pêşeroja Tirkiye û şanda pê re kir.
Li hevdîtinê de balkişandin li ser pêvajoya aştiya li Tirkiye û bi hengaveke girîng û dîrokî wesif kirin û ji bo bi encam gihîştina vê pêvajoyê, tekez jî li ser pêwîstiya pêdagiriya hemû aliyek kirin. Birêz Davutoglu spasî Serok Barzanî kir ku palpiştê pêvajoya aştiya li Tirkiyê bûye û rola Serok Barzanî bilind nirxand.
Pêşhat û guhertinên dawî yên navçeyê bi giştî mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.