Saturday 17 January 2026

Serok Barzanî Mêvandariya Balyoz Tom Barrack, Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerika yê Suriyê, Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Suriya Demokrat û Mihemed Îsmaîl Serokê ENKS ê Kir



Roja Şemiyê, 17.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî mêvandariya civîneke girîng ya di navbera Balyoz Tom Barrack, nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Sûriyê, Wendy Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, Genaral Kevin Lambert, Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Sûriyê, Kolonel Zakariya Cork, û Genaral Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), û Mihemed Îsmaîl, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina hemû aliyan kir û spasiyên xwe pêşkêşî wan kir ku di vê rewşa taybet de amadebûna wan ji bo vê civînê bi navê aştî û rêgirtina li tundûtûjiyê de bûye. Serok Barzanî tekez li ser girîngiya diyalog, aramî û pêkvejiyanê di Sûriyeya nû de kir.

Her di vê hevdîtinê de, Balyoz Tom Barrack bi nûnerayetiya Amerîkayê spas û rûmetên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ji bo vê mêvandarî û civînê û piştevaniyên wî yên berdewam.

Paşê, amadebûyan li ser çend mijaran gotûbêj û danûstandina bîr û ramanan kirin û ji bo pêkanîna aramiyê balkişandin li ser çend pengavên kirdarî.