Roja çarşema 21 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî ligel serpereştyar û xebatkarên birêvebirin û mamosta û kadîrên beşdarê li xula bîstem ya Peymangeha Pêgihandina Kadîrên Partiya Demokrata Kurdistanê civiya.
Li vê civînê de, Serok Barzanî pîrozbahiya vekirina xula nû ya Pêgihandina Kadîrên Partiya Demokrata Kurdistanê pêşkêşî beşdarbûyan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest. Her wiha ji bilî balkişandina bi rawestgehên girîngên dîrokê û cangoriyên PDK û rêbaza Barzan, tekez li ser girîngiya rola kadîrên Partî ya li bihêz kirina bîr û baweriya niştimanî û neteweyî û bihêz kirina bawerî bi xwebûna mirovê Kurd kir. Serok Barzanî eve jî bi amadebûyên civînê ragihand ku erkên kadîrên PDK ye xizmeta hemû xelkê Kurdistanê ya bi bê cûda bike û parêzgeriyê li bihayên wê yên bilind bike.
Li beşeke dinê vê civînê de, Serok Barzanî balkişand li ser rewşa siyasiya navxwe ya Herêma Kurdistan û Iraqê û guhertinên dawî yên navçeyê bi giştî de, li vî derbarî de şîret û şîroveyên pêwîst ji bo amadebûyên civînê xisterû.