Wednesday 9 April 2025

Serok Barzanî li Hewlêrê 17. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan vekir



Roja çarşema 9 ê Nîsana 2025, Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê hevdehemîn Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan vekir.

Ev pêşangeha ku ji aliyê Dezgeha Meda ya Ragihandin û Rewşenbîrî ve hatiye rêkxistin, bi amadebûna Serok Barzanî û hejmarek mîhvan û nûnerên welatan û kesayetiyên siyasî û rewşenbîr û rojnamevanan li jêr navnîşana "Cîhan bi Kurdî diaxive" dest bi karên xwe kir û heta deh rojan berdewam dibe.

Li rêwresma vekirina vê pêşangehê da Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir ku eve jî naveroka wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Mîhvanên rêzdar, amadebûyên birêz!

Hûn hemû bixêrhatin, gelek xweşhalîn bi hatina we û hêvîdarim demeke xweş li Hewlêrê bi ser bibin. Gelek spasiya we dikîn ji bo hatina we.

Îro careke din dibînîn li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, hevdehemîn pêşangeha pertûkan tê vekirin û eve bûye bi nerîtek ku cihê xweşhaliya me ye. Bi vê helkeftê destxweşiyê li kak Fexrî Kerîm dikim, her wiha spas û rûmetên min ji bo Dezgeha (El Meda) û wan hemû birêzan heye ku erkdar bûne û li bi cîhkirina vê bernameya rêkûpêk de keda xwe dane û westiyane. Sal bi sal dibînîn ku pêşangeha pertûkan ber bi pêşveçûneke gelek mezin bi xwe ve dibîne û her salek baştire ji sala pêştir, bi hêviya xwedê ev kar her berdewam bê û her li xweşiyê da we bibînîn.

Her çende cîhan ber bi pêşve diçe, teknelojiya ber bi pêşve biçe, ew gotina şaîrê mezinê Ereb (Mutenebî) wê rastiyê bi zîndiyî dimîne ku dibêje: "Wexîr celîs fî alzeman kitab" qîmeta pertûk û girîngiya pertûkan bi hîç tiştekê ji nav naçe, berdewam dibe û her bi zîndiyî dimîne.

Bi derfet dizanim îro balê bikşînim li ser çend babetek ku yekem: dakokiyê li ser pêdagiriya xwe ya wê çandê û şanaziyê pêve dikîn ku çanda pêkvejiyan, hevdû qebûl kirin, azadiya bîr û ramanan û azadiya ol, azadiya mezhebane. Ev bingehekin ku bi tu awayekê paşvekêşî li ser nayê kirin, bila hemû kes eve baş bizane.

Her wiha tême ser rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, helbete rewşa Herêma Kurdistanê ji derveyê rewşa navçeyê ya bi giştî nîne. Lê belê li cotmeha sala derbasbûyî, hilbijartin bû li Herêma Kurdistanê ku gelek alî û gelek kes wiha dizanîn ku hilbijartin nayên kirin yan eger hilbijartin hate kirin, kêşeyên mezin rû dide. Lê hilbijartin hate kirin û bi şahidiya Neteweyên Yekgirtî û ew hemû rêxistinên hatibûn, hilbijartineke bêasteng bû, hîç hilbijartinek renge nebê li cîhanê de bê kêmasî be, lê belê bi beranber kirina bi hilbijartinên berê, hilbijartineke gelek gelek baş bû û encama wê jî derket.

Helbete me niha jî pê xweşe hemû ewên ku kursî bi dest ve anîne, her kes û li gor qewareya xwe, hemû pêkve hikûmetek, kabîneyek ava bikin. Kurdistan mulkê me hemûyane û em hemû jî birayên hevdû ne, em hemû kesên hevdû ne, ne xweşe hevdû bişkînîn. Bila rikeberî hebe, lê belê rikeberî ji bo ewe bê ku rêyên baştir nîşana kabîneyê bide, nîşana hikûmetê bide, nîşana Parlemenê bide. Bila rûpeleke nû bê vekirin, li vir de careke din daxwazê ji hemû aliyan dikim beşdar bin. Lê belê berpirsiyariya herî mezin dikevê ser milê PDK û YNK. Heta niha hengavên baş hatine avêtin, lê belê hê jî maye. Divê her çi zûtire, îş û kar bêne temam kirin û kabîne bê ava kirin. Ji ber ku wekî dibînîn dewruberên me û li cîhanê hemû qeyranên mezin rû dane û renge qeyranên mezintir jî birêve bin, Ji bo wê yekê tenê merca serkeftina Kurd, yekgirtina Kurd û Kurdistaniyane. Ji bo vê mebestê her çi li şiyana me de bê dikîn, raspardeya min jî ji bo hemû aliyan, bi taybetî ji bo PDK û YNK ewe ye, li ava kirina kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de lezê bikin.

Di derbarê Herêma Kurdistanê û Bexda yan rewşa Iraqê bi giştî, heta niha asteke baş hinek kêşe hatine çareser kirin li navbera Bexda û Hewlêrê. Lê belê hê jî gelek maye. Her rewşa Iraqê bi giştî li piştî rûxana rejîma Be'es di sala 2003 Iraqa nû li ser sê bingehên serekî hate damezrandin. Hevbeşî, hevsengî û sazan, lê mixabin pêve girêdayî nebûn.

Her wiha li sala 2005 destûrek hate nivîsîn ji bo Iraqê ku Kurd roleke serekî têda dît û % 85 ê xelkê Iraqê deng li ser dan, eger pêdagiriya wê destûrê bihata kirin, gelek ji wan kêşeyên ku xelkê Iraqê bi giştî û peywendiya Hewlêr û Bexda, renge wan kêşe rû nedidan. Niha jî çareseriya bingehîn vegerana li ser wan sê bingehane û pêdagirbûna bi destûre. Ji bo vê mebestê her çi bi me bê kirin, em amadene. Divê ew hêzên çi li Hewlêr û çi li Bexda heye, wêrekiya ewe wan hebê, şaşiyên xwe qebul bikin û dîsa rûpeleke nû vekin bo ku Iraq jî tûşî kêşeyên mezintir nebê. Her wekî dibînîn li dewruberê me kêşeyên gelek mezin heye, şerên mezin birêveye, şerên mezin rû daye. Em hêvîdarin her çi zûtir ew şer bi dawî bibin û êş û janên wî xelkî bi dawî bibe, çi li Filistînê, çi li Lubnanê, çi li her navçeyeke din. Lê belê ji hemûyan girîngtir ewe ye ku divê ewên ku niha li Bexda kar bi destin, bi hemû şiyanek ve hewl bidin Iraq tevlî wan şeran nebe.

Li dawiyê de daxwaza serkeftinê hem ji bo xelkê Kurdistanê, hem ji bo xelkê Iraqê û hemû gelên navçeyê dikim, hêviya bexteweriyê ji bo we dixwazim, hêviya aştî û selametiyê ji bo wan dikim û hûn jî careke din bixêrhatin serçavan, gelek gelek spasiya we dikîn ji bo hatina we û her li xweşiyê da bin.

Gelek spas…