Monday 18 December 2023

Serok Barzanî li gel Sekreteriyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê civiya



Roja yekşema 17.12.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê civiya.

Li civînê de Serok Barzanî li gotarek da ji bilî balkişandina li ser rola Yekîtiya Afretên Kurdistanê li qonaxên cûda cûdayên xebata gelê Kurdistanê, qurbanîdan û keda jin û afretên Kurdistanê bilind nirxand û bi pêwîst zanî ku li qonaxên bê da Yekîtiya Afretên Kurdistanê li pêgihandina jinan û kûrkirina hişyariya neteweyî û niştimaniya jinan bi awayeke zêdetir û serdemiyane berdewam bin. Her wiha kar ji bo berevanîkirin û parastina mafên jinan li kiyanên cûda cûdayên civaka Kurdistanê da bikin.

Her li vê civînê de Serok Barzanî spasî Sekreter û kedkarên sekreteriyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê kir ku erkên xwe bi başî bi cîh gihandiye û di derbarê bi sazkirina kongreya nehema Yekîtiya Afretên Kurdistanê li paşarojeke nêzîk da şîret û rênîşanderên pêwîst xisterû.