Tuesday 27 August 2019

Serok Barzanî li gel endamên rêxistina Newekanî Eylûl civiya



Roja sêşem 27.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Rêxistina Newekanî(Neviyên) Eylûl ya li sînorê leqa 26ê Gulan ya Partiya Demokrata Kurdistanê civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Rêxistina Newekanî Eylûl kir li beranber wan kar û çalakiyên ku li devera Balekayetî ya ji bo parastin û nûjenkirina şûnewar û bîranînên şoreşa Eylûl encam dane û bi erkekî pîroz da zanîn û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan xwest.

Li dirêjahiya vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser parastina wan biha û destkeftan kir ku bi xwîn û xebata mîlletê me pêkhatine û ragihand pêwîste bihayên gelê me bi zîndî rabigrin û erkê me hemû aliyeke jî ku rûbirûyê wan hewlan bibîn ku armanca wan têkdana çand û bihayan û bêrêzîkirine bi serweriyên gelê Kurdistanê.