Thursday 27 June 2019

Serok Barzanî li gel Endamên Fraksiyona PDK li Parlemena Kurdistanê civiya



Roja pênçşem 27.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Serok û Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlemena Kurdistanê civiya.

Li vê kombûnê da Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û ronahî xiste ser erkê dîrokî ya PDK û endamên wê û tekez li wê yekê kir ku Nûnerên PDK li Parlemena Kurdistanê Nûnerê dîrok û biha û armancên PDK ne û pêwîste nûnerên PDK li Parlemen li asta wê berpirsiyariyê bin ku li ser milê wane û berevanê daxwaz û êş û azarên xelkê Kurdistanê bin. Tekez jî li wê yekê kir ku endam û nûnerên PDK divê rastgo bin li gel xelk û daxwaziyên wan, xelkê bigihîne cihên mebest û tu demek jî li muzayede kirin û axaftinên bê kirdar û emel ve nêzîk nebin.

Her li vê civînê de Serok Barzanî di derbarê guhertinên dawî yên siyasî ya li asta navdewletî û herêmî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê berçavrûnî û şîretên pêwîst xisterû.