Wednesday 28 August 2019

Serok Barzanî li gel Desteya Serokayetiya Parlemena Kurdistanê civiya



Roja çarşem 28.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Rêwas Fayiq Seroka Parlemen û Hêmin Hewramî Cîgirê Seroka Parlemen û Muna Qehweçî Sekretera Parlemena Kurdistanê civiya.

Li civînê de rewşa siyasî û guhertin û pêşhatên dawî yên li ser asta Kurdistan û Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

Her li vê civînê de Serok Barzanî ji bilî pîrozbahîkirina destbikarbûna Seroka Parlemen û Desteya Serokayetiya Parlemen hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û piştevaniya xwe ya tevahî ji bo Desteya Serokayetiya nû ya Parlemen ya li çavdêrîkirina karubarê Hikûmetê de dûpat kir û wê yekê jî xiste rû ku pêwîste Parlemena nû kar ji bo berdewamî û bi hêztirkirina bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî û desteberkirina yekrêziya niştîmanî ya li Herêma Kurdistanê bike û proseya çaksazî û her wiha amadekarî ji bo nivîsîna destûrekî hemdem ya ji bo Herêma Kurdistanê bike ewlewiyeta karên xwe.

Li dirêjahiya civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser prensîpa hevkarî û hemahengiya di navbera desthilatan eve jî bi navê zêdetir xizmetkirina xelk û bihêzkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê bê kirin. Serok Barzanî balkişand li ser girîngiya damezraweya Parlemenê da û tekez li wê yekê kir ku Desteya Serokayetiyê mulkê tu hizb û aliyek nîne belku mulkê gelê Kurdistanê ye.