Monday 21 May 2018

Serok Barzanî li gel Berbijarên Lîsta 184 ya Partiya Demokrata Kurdistanê civiya



Roja dûşem 21.05.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel hemû berbijar û kandîdên Lîsta 184 ya Partiya Demokrata Kurdistanê civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û têda ronahî xiste li ser rewşa siyasî û her wiha qonaxa berî referandûmê û rûdanên piştî referandûmê û spasî xweragiriya Pêşmergeyên qehreman û gelê Kurdistanê ya li qonaxên sext û dijwar da kir.

Her li vê civînê de Serok Barzanî destxweşiyê li hemû kadîr û endam û alîgir û çîn û tuwêjan û gencên nav PDK li navxwe û derve kir ku hemûyan bi yekdengî û bi giyanekî hevbeş kar ji bo serxistina Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê kir. Eve jî xisterû ku ji bilî hebûna rêgirî û astengiyan bo ku Lîsta PDK deng neynê, lê belê cemawerê PDK bi îradeyekî bilind karîn serkeftinê bi dest bînin û li asta Kurdistan û Iraq û derveyê welat PDK partiya yekem bûye û eve jî ji bo ewe vedigerê ku PDK xwediyê dozêye. Serok Barzanî li dirêjahiya gotara xwe de amaje bi wê yekê da ku PDK li hemû ceribenadinek de bi serbilindî derketiye PDK ku damezra ji bo ewe danemezra gengeşe li gel aliyan bike belku ji bo ewe damezraye ku berevaniyê li mafên gelê Kurdistanê bike. Her wiha serkeftin ji bo wan kesan dibê ku baweriya wan li doza rewaya gelê xwe heye û nabê milletek bê çewsandin û nûnerên wî bîr li pile û paye û destkeftan bikevin. Ji bo ewe jî pêwîste armanca serekiya nûnerên PDK li Bexda berjewendiyê bilinda gelê xwe bê û nabê di dema serkeftinê da mexrûr bîn û di dema şikest û paşvekêşiyê da bê hêvî bibîn.

Serok Barzanî rexne jî li edaya Komîsyona Hilbijartinê girt ku bûye sedema kêşeyeke gelek mezin ji bo dengderan û tekez jî li wê yekê kir ku hejmar nekirina dengê xuşk û birayên Êzîdiyan enfalkirina dengê wane û mebest jê ewe bûye ku PDK li parêzgeha Nînowa wekî lîsta yekem nebê.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêwîste bingehên şeraket û tewafuq û tewazuna di navbera pêkhatan li proseya siyasiya Iraqê li ber çav bê girtin û li ser wan bingehan pêwîste hemû aliyek kar bikin. Daxwaz jî kir ku aliyên Kurdistaniyan li Bexda bi yekrêzî û yek gotarî li proseya siyasiya Iraqê da beşdar bibin.