Tuesday 18 November 2025

Serok Barzanî Li bajarê Dihokê Beşdarî Foruma MEPS Kir



Roja Sêşemiyê 18ê Mijdara 2025an Serok Mesûd Barzanî li bajarê Dihokê beşdarî şeşemîn Foruma Ewlekarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn ku wek MEPS tê nasîn, bû.

Di wê forumê de ku hejmareke berbiçav ji kesayetî û serkirdeyên siyasî yên Kurdistan, Iraq û cîhanê, nûner û dîplomatên welatan amade bûn, Serok Barzanî axaftinek pêşkêş kir û diyar kir, "Pêwîst e em hemû bi hev re hewl bidin ku dewleteke sazîyî dabimezrênîn, êdî dewletok di nava dewletê de nebin asteng û pirsgirêkan çênekin." Herwiha, Serok Barzanî got, "Pêwîst e qanûn serwer be, her welatiyek mafê xwe û erka xwe bizane û bêtir girîngî bi xizmetguzariyê ji bo tevahiya Iraqê bê dayîn." Min wisa zanî ku gelê me hemû li Kurdistanê, li naverastê, li başûrê, ji dirûşman westiyane. Gelekî guh dan dirûşman, gel bi kiryar tiştan dixwaze; karebayê dixwaze, rêyan dixwaze, nexweşxaneyan dixwaze, perwerdehiyek rast û durist dixwaze. Hêvîdar in hemû alî rûyê xwe bidin wê yekê ku asta jiyana gelê me ber bi pêş ve biçe, ev yek encameke baş dide.

Serok Barzanî peyameke jî pêşşî aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û ragihand, "Hêvîdar im aliyên Kurdistanî baş guh bidin vê axaftina min. Niha ew rewşên ku piştî hilbijartinên federalî hene, ew rewşên beriya niha nînin. Pêwîst e li gorî heqê hilbijartinê, hemû alî bigihîjin heqê xwe."

Naveroka axaftina Serok Barzanî:

Bi xêr hatinên germ ji bo we hemûyan dikim û bibexşînin ku mirov nikare hemû navan bibêje, lê hûn hemû bi xêr hatin ser seran û ser çavan.

Ev forum di demek gelek hestiyar de tê lidarxistin. Krîz li tevahiya cîhanê gelek in, lê bi taybetî li herêma me, herêma Rojhilata Navîn, krîzên gelekî mezin û metirsîdar hene û hêvîdar in ev cûre forum bibin alîkar ji bo dîtina rêya çareseriyê ji bo wan krîzan.

Hinek bûyer, guhertinên mezin çêdikin, yan jî dîrokeke nû çêdikin, çawa ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, Peymana Sykes-Picot guhertineke mezin li ser herêmê anî û ew sîstema ku li gorî Peymana Sykes-Picot hat damezrandin, mixabin ewlehî û aramî ji bo herêmê neanî, pirsgirêkên mezin ji bo wan çêkir û heta îro em hemû gelên ku di vê herêma Rojhilat de ne, em ji ber wê peymanê dinalin. Lewra nêrîna me ew e ku em gelên herêmê li ser wê bifikirin ku pirsgirêk li ku ye, ew pirsgirêk bên çareserkirin. Tiştekî maqûl nîne ku em bi hev re bijîn û ne li hev bin û pirsgirêk di navbera me de hebe. Ger em pirsgirêkên xwe bibînin, çareserî gelekî hêsan dibe ger niyeta û îrade hebe.

Gelek asayî ye ku şaşî bên kirin, lê domandina li ser şaşiyan tawan e. Siyaseta xwesepandin û destdirêjiyê li ser hemû waran bi ser neketiye, ne li cem me li Iraqê û ne jî li tu welatekî Rojhilata Navîn. Hemû alî jî zirar dîtine. Nifşê paşerojê pêdiviya wan bi wê heye ku jiyanek xweş û bextewar bijîn. Ew pirsgirêkên ku em û yên berî me tê de jiyan û me dîtin, heq e em wan pirsgirêkan ji bo wan nifşên ku piştî me tên, nehêlin.

Dewleta Iraqê ku piştî Şerê Cîhanî hat damezrandin, li ser bingeha şerîkî hat damezrandin. Piştî wê di Şoreşa 14ê Tîrmeha sala 1958an de, bendek di destûra demkî ya wê demê de hat nivîsîn ku (Ereb û Kurd di vî welatî de şirîk in), ev jî hêzeke din da hem Iraqê û hem jî rewşeke wisa li Iraq û Kurdistanê çêkir ku rojên gelek xweş bûn. Dîsa bi ser neket. Di 11ê Adarê de di navbera Şoreşa Îlonê û hikûmeta Iraqî ya wê demê de lihevkirinek hat kirin, demek derbas bû û dîsa bi ser neket. Encama wê bû ku me dît, kîmyabaran bû, Enfal bû, wêrankirina gundan bû. Qet serkirdayetiya şoreşê yek derfet jî ji destê xwe neda ji bo çareseriya aştiyane. Di sala 1963an de bêyî ku em bifikirin kî hikûmet e li Bexdayê, her derfeta aştî hebûbe em ber bi wê aştîyê ve çûn. Salên 63, 64, 66, 70 heta 91, me wek Kurd ispat kir ku em aştiyane ne. Ew tiştên ku hatin serê me, em ji bîr nakin, lê em li pey tolhildanê neçûn, ji ber ku em gelek baş dizanin biratiya me û Ereb û pêkhateyên din gelek bilindtir û xurtir e ji wan nakokiyan yan tawanek ku ji aliyê hikûmetê ve hatibê kirin. Nakokî bi hikûmetê re tiştek e û biratî û dostanî û tebayî di navbera gelan de tiştekî din e.

Derfeteke zêrîn ji bo me hemûyan hat pêş piştî hilweşandina rejîmê di sala 2003an de û li ser sê bingehên (şerîkî, hevsengî û lihevhatin) gav hatin avêtin. Di 2005an de destûrek ji bo Iraqê hat danîn, wê demê jî me zanî ku ev destûr kêmasî hene, lê heke em bi destûrên beriya niha û bi destûrên derdora xwe re bidin ber hev, destûrek gelek pêşketî ye û avantajên wê gelek zêdetir in. Destûr bixwe jî mekanîzmayek daniye ser wê ku heke kêm û kêmasî hebin, bên çareserkirin. Roja ku destûr temam bû, ez vegeriyam Hewlêrê, min got ew destûr ne ew e ku hemû tiştên ku em dixwazin tê de hebin, lê destûrek e ku gelek tişt tê de hene ku em dikarin pê serbilind bin. Destûrek e ku Iraqê digihîne qonaxeke din. Peywendiyên di navbera Herêm û hikûmeta federalî de rêxistin kiriye, lewra destûrek e ku em wê demê û niha û ji bo pêşerojê jî piştgiriyê didin wê destûrê.

Rastî divê em vê pirsê ji xwe bikin, ev hemû pirsgirêk, gelo şaşiya Kurdan e yan şaşiya hikûmetê ye? Ez tu aliyekî bêguneh nakim, lê bi piştrastî gava ku desthilatî û îmkan û hêza wê hebe, piraniya şaşiyê dikeve ser milê wê. Me hemûyan êş û azareke zêde kişandin, xwîneke zêde rijîya. Ew derfeta ku di 2003an de hat pêş, hîn jî ew derfet heye û divê em wê ji dest nedin. Destûrek me heye em pê ve girêdayî ne û ew destûr rêber e ji bo wê ku heke pirsgirêkek hat pêş, çawa bê çareserkirin? Em hêvîdar in hilbijartina ku çend roj berê hat kirin, rê li ber wê veke ku em vegerin rêyek rast û pêvajoya siyasî li Iraqê vegere ser rêça rast û durist da ku tu pirsgirêk di navbera me de nemîne.

Ez li vir guncayî dibînim ku kêfxweşiya xwe ji bo wê pêvajoya aştiyê ya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye, bînim ziman. Me piştgiriyeke germ jê re kiriye û em ê piştgiriyê bidinê. Herwiha, em hêvîdar in ku bigihîjin wan armancên ku xêra hemû aliyan tê de hebe. Herwiha, derfeteke zêrîn ji bo Sûriyeyê jî hatiye pêş, em hêvîdar in Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê ew jî di navbera xwe û hikûmeta niha de dîsa bi şêweyekî aştiyane, bi şêweyekî demokratîk wan pirsgirêkan çareser bikin û bigihîjin lihevkirinekê ku hemû bi hev re ji bo xwe jiyanek xweş bijîn.

Rêzdarên Hêja!

Di 11ê Mijdarê de hilbijartineke gelek girîng li Iraqê hat kirin. Ez li vir pêwîst dibînim ku pîrozbahiyê li hemû gelê Iraqê bikim ji bo vê hilbijartina serketî. Ji aliyê teknîkî ve gelek serketî bû. Heta ji bo agahiya we, hilbijartina berî niha, ez çûm, derfeta dawîn da min ka gelo tiliya min dixwîne an na? Wekî din, egera wê hebû ku min nekarîbû deng dabûya, pêvajo ewqas aloz bû. Lê vê carê di yek deqîqeyê de hemû tişt temam bû. Tişta ku min dît ji aliyê teknîkî ve gelekî rêkûpêk bû û spas ji xwedê re min li tu derê nebihîst, ne li başûr û ne jî li tu derê tu pirsgirêkên wisa rû nedan ku ew hewaya xweş nebaş bike. Ev hemû cihê destxweşiyê ne, hem ji bo hikûmeta federalî û hem ji bo gelê Iraqê hemûyan û hem ji bo hikûmeta Herêmê û pîrozbahiyê li hemû aliyan dikim.

Ez gelek pêwîst dibînim ku ev bibe teşwîqek ji bo ku piştî vê hilbijartinê gavên ciddî bên avêtin. Yek ji wan guhertina qanûna hilbijartinê ye. Li gorî nêrîna me, ew qanûna ku ev hilbijartin pê hat kirin, dadperwer nîne û gelek kêmasî tê de hene. Heqê gelek kesên hêja winda bû û kesên neheq heq wergirtin. Em ê bi cidî bi hemû aliyên din re hewl bidin ku ev qanûn bê rastkirin, ji ber ku bi rastî ev qanûn tu dadperwerî tê de nebû.

Xala duyem, kar li ser damezrandina Encûmena Federalî li gorî madeya 65 a destûrê bê kirin, ji ber ku ev zarûret e, ji ber ku ev garantî ye hem ji bo Herêmê û hem ji bo hemû parêzgehan.

Xala sêyem, dadgeha federalî li gorî destûrê û li gorî madeyên 92 û 93 bê damezrandin. Hemû van tiştên ku bi destûrê re li hev tên, bên kirin, lê bêne kirin û neyên paşxistin, ji ber ku dibe sedema gelek pirsgirêkan nebûna wan saziyan bûye.

Madeya 140 bê cîbicîkirin û êdî neyê paşguhkirin. Qanûna neft û gazê bê erêkirin ku bi destûrê re li hev be, ku ew jî sedema gelek pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de rû dane ku di esasê de ne hewce bûn. Ew qanûn di sala 2007an de hat nivîsîn û amadekirin. Ez naxwazim bikevim hûrgiliyan, lê diviya bû wê demê me ew kiribûya. Heta niha paşxistina wê şaşiyeke mezin bû, lê ji vir hêvîdar in ku ew qanûn jî bê cîbicîkirin û temam bibe.

Pêwîst e em hemû bi hev re hewl bidin ku dewleteke sazîyî damezrandin, êdî dewletok di nava dewletê de nebin asteng û pirsgirêkan çênekin. Qanûn serwer be, her welatiyek mafê xwe û erka xwe bizane û bêtir girîngî bi xizmetguzariyê ji bo tevahiya Iraqê bê dayîn. Min wisa zanî ku gelê me hemû li Kurdistanê, li naverastê, li başûrê, ji dirûşman westiyane. Gelekî guh dan dirûşman, gel bi kiryar tiştan dixwaze; karebayê dixwaze, rêyan dixwaze, nexweşxaneyan dixwaze, perwerdehiyek rast û durist dixwaze. Hêvîdar in hemû alî rûyê xwe bidin wê ku asta jiyana gelê me ber bi pêş ve biçe, ev yek encameke baş dide.

Derbarê rewşa Herêmê de, li vir jî salek û mehek e ku hilbijartin derbas bûye. Her piştî ku encamên hilbijartinê hatin ragihandin, me ji hemû wan partiyan xwest ku kursî anîne, bên hikûmetek bingehafireh pêk bînin, lê nehatin. Hêvîdar im dîsa van hilbijartinên federalî yên ku hatine kirin, bibin teşwîq. Ez careke din wê daxwazê ji hemû aliyên Kurdistanî dikim ku vegerin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bê pêkanîn. Hêvîdar im her du hikûmet bi hev re bêne pêkanîn da ku giraniya hemû aliyan bê parastin.

Hêvîdar im aliyên Kurdistanî baş guh bidin vê axaftina min. Niha ew rewşên ku piştî hilbijartina federalî hene, ew rewşên beriya niha nînin. Pêwîst e li gorî îstehqaqa hilbijartinê, hemû alî bigihîjin heqê xwe.

Mijareke din a girîng, ew metirsî çi ne ku rûbirûyî Iraq û tevahiya herêmê bûye? Metirsiya herî mezin heta niha jî meseleya terorê ye ku hîn temam nebûye û diyardeya DAIŞê diyardeyeke tirsnake û divê tu carî ji bîra me neçe. Her gava ku derfeta xwe bibînin, demek zêde derbas nabe û DAIŞ careke din xwe nû dike. Lewra pêdiviya wê bi hemahengiya tevahî di navxweyî de heye, hemû hêzên siyasî bi hikûmetê re û bi hikûmeta Herêmê re. Pêdiviya me bi alîkarî û piştgiriya dostên xwe yên li derve jî heye. Bi çi şêweyî û çi dibe ew dimîne ji bo dewletê ku bi dewletan re wan peywendiyan rêk bixin, lê em bibêjin pêdiviya me bi wê alîkariyê nema ye û DAIŞ nema ye, ez wisa difikirim ku em çavên xwe li heqîqetê digirin, DAIŞ maye û me jî pêdivî bi hevkariya dostên xwe yên li derve maye.

Metirsiyeke din li cem min ji hemûyan metirsîdartir e, ya maddeyên hişbir e. Gelek mixabin gelek ciwanên me her ji Kurdistanê heta digihîje Besrayê tûşî wê derdê bûne, ji ber ku bernameyeke rêkûpêk hebûye ji bo wê ku mala me wêran bikin. Lewra pêdiviyeke gelek mezin heye ku saziyên ewlehî û saziyên pêwendîdar karekî gelek ciddî bikin ji bo rakirina madeyên hişbir. Yên ku bazirganî kirine, tawanbarên gelek mezin in. Yên ku kargehên maddeyên hişbir jî damezrandine ji wan bazirganan tawanbartir in. Em hêvîdar in hikûmeta federalî ya paşerojê, hikûmeta Herêmê jî hemahengiya tevahî bikin ji bo wê ku sînorek ji wan tawanbaran re deynin û sînorek ji wan metirsiyên gelek ciddî re bê danîn û yên ku bazirganî kirin û kargehên maddeyên hişbir damezrandin, bêne cezakirin û dadgehkirin.

Metirsiyeke din meseleya tundrewiya neteweyî û taîfî ye ku tu carî me sûd jê nedîtiye û xêr jê nedîtiye. Mixabin carinan em dibihîzin ku hinek ew awazê lêdixin, lê ez hêvîdar im ku tenê ji bo kampanyaya hilbijartinê be û ne nehc be ji aliyê tu aliyekî ve, ji ber ku me tu xêr jê nedîtiye û em jî nabînin.

Rewşa cîhanî bi giştî, hemû krîz e lê krîza metirsîdar ew e ku li herêma me ye li Rojhilata Navîn. Em hêvîdar in her çi krîz hebe bi aştî û diyalogê bên çareserkirin. Ya ku bi me re têkildar e li Iraqê, em hêvîdar in ku Iraq tevlî wan pevçûnan nebe, gelê Iraqê bê parastin û Iraq nebe meydana pevçûnên aliyên din û em hêvîdar in aliyên din jî rewşa Iraqê li ber çav bigirin. Hîn jî gelê me birîndar e, hîn jî welatê me nehatiye ser xwe, encax li ser wê jî careke din bela bê serê me, Xwedê qebûl nake.

Xala dawî ku ez dixwazim balê bikşînim ser, mijara çanda pêkvejiyanê ye. Li Kurdistanê em serbilind in û pê serbilind in, ev çand li tevahiya Iraqê gelek bilind hat parastin. Em hêvîdar in hemû alî vegerin ji bo wê ku em çanda pêkvejiyanê dewlemendtir û xurtir bikin, ji ber ku bi heqîqet Iraq bi wê xweşik e ku wekî di destûrê de jî hatiye, pirneteweyî ye, pir olî ye, pir mezhebî ye. Em hemû şirîk bin di vî welatî de û em hemû erka xwe bizanin û mafê xwe jî bizanin.

Di dawiyê de, ez ji bo vê forumê serkeftinê dixwazim û careke din bi xêr hatineke germ ji bo hemû aliyan dikim, gelek spas.

Silavên Xwedê li ser we bin.