Roja sêşema 14ê Adara 2023 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî firavînek ji bo birêz Mihemed Şiya Sûdanî û şanda ligel saz kir.
Her li vê firavînê de di barê rewşa siyasiya Iraqê û hengavên Hikûmeta Iraqê û bi cîhkirina rêkeftinnameyan de danûstandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser çareserkirina pirsgirêkên li ser bingeha destûrê kirin.
Her wiha Serok Barzanî palpiştîya xwe ji bo Hikûmeta Iraqê dûpat kir û hêvî jî xwest îradeya hemû aliyên siyasî ber bi çareserkirina kêşeyan û aramiyê bê.