Sunday 18 May 2025

Serok Barzanî bi Sekreter û Endamên Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Demokratên Kurdistanê re civiya



Roja yekşema 18ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî bi Sekreter û Endamên Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Qutabiyan (Xwendekar) û Lawên (Ciwanên) Demokratên Kurdistanê re civiya.

Serok Barzanî li vê civînê de ji bilî pîrozbahiyên xwe yên serkeftina kongreya yekgirtinê, ragihand ev kongre gelek cûda bû, her ji destpêkirina karên xwe de gelekî bi başî birêveçû û destxweşiyê li serpereştyarên kongreyê dikim.

Serok Barzanî li berdewamiya gotinên xwe da hemû palpiştî û piştgiriyeke xwe ya ji bo Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Demokratên Kurdistanê dûpat kir û li ser girîngîdana bi hesta neteweyetî û niştimanperwerî û parastina bihayên bilindên Kurdayetiyê û rêzgirtina li jinan û pêşve anîna wan ya li nav kiyanên rêxistinî û girîngîdana bi çîna xwendekar û ciwanan şîretên pêwîst xisterû. Her wiha balkişand li ser çendîn wêstgehên dîrokî yên xebat û cangoriyên xwendekar û ciwanên li nav rêzên şoreşa Eylûl û Gulan û heta îro da.