Wednesday 21 January 2026

Serok Barzanî bi Papayê Pîroz Leo Çardehem re civiya



Roja Çarşemê, 21.01.2026an, Serok Mesûd Barzanî li Vatîkanê ji aliyê Papayê Pîroz Leo Çardehem ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, Papayê Pîroz Leo Çardehem bi germî bi xêr hatina Serok Barzanî kir û herdu aliyan kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina xwe anîn ziman, wekî fersendek ji bo danûstandina bîr û ramanan li ser mijarên girîng ên herêmî û cîhanî.

Her di wê hevdîtinê de, herdu aliyan hêvî xwestin ku aştî û aramî li cîhanê serdest bibe û dawî li êş û zehmetiyên gelan were.

Piştî wê civînê, Papayê Pîroz Leo Çardehem û Serok Mesûd Barzanî diyarî pêşkêşî hevdû kirin.