Monday 18 December 2023

Serok Barzanî bi mebesta gihandina sersaxî û hevxemiya koça dawî ya Mîrê Kuweytê serdana Konsulxaneya Kuweyt ya li Hewlêrê kir



Berî nîvroya roja dûşema 18.12.2023 Serok Mesûd Barzanî serdana Konsulxaneya Kuweyt ya li bajarê Hewlêrê kir û sersaxî û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî (Şêx Newaf Elehmed Elcabir Elsebah) Mîrê koçkiriyê dewleta Kuweytê bi gel û serkirdayetiya dewleta Kuweyt û birêz Osman Dawid Eldawid Konsulê Giştiyê Kuweyt li bajarê Hewlêrê gihand.