Monday 20 October 2025

Serok Barzanî bi hejmarek ji Mamosteyên Zanîngehê, Nivîskar, Rojnamevan, Helbestvan, Hunermend û Werzîşkaran re Civiya



Serok Mesûd Barzanî, îro roja Duşemê, 20’ê Cotmeha 2025’an, li Hewlêrê bi hejmarek mamosteyên zanîngehê, nivîskar, rojnamevan, helbestvan, hunermend û werzişkarên Kurdistanê re civiya.

Di civînê de, Serok Barzanî axaftinek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe ji bo kombûnê anî ziman û behsa rewşa niha û hilbijartinên gera şeşemîn a Encumena Nûneran a Iraqê kir. Di vê çarçoveyê de, Serok Barzanî diyar kir ku hilbijartin pêvajoyeke demokratîk e û divê gel bi xwe çarenûsa xwe diyar bike û nûnerên xwe bi azadane hilbijêre. Serok Barzanî herwiha tekez kir ku ji bo me, hilbijartin meseleyek prensîbî ye û me bawerî pê heye. Di dema Raperîna Adarê ya sala 1991’an de, li Koyê, min bixwe daxwaza lidarxistina hilbijartinan kiribû ku bê kirin, ji ber vê yekê ev ji bo me tiştekî prensîbî ye. Herwiha anî ziman ku yekemîn hilbijartina azad di sala 1992’an de li Kurdistanê hate lidarxistin û bû bingehek ji bo damezrandina sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê. Li Iraqê jî, yekemîn hilbijartina azad di dîroka welat de di sala 2005’an de, piştî lihevkirina li ser destûra welêt, hate kirin.

Di heman çarçoveyê de, Serok Barzanî tevî ku têbîniyên xwe li ser zagona hilbijartinan a Iraqê ya piştî sala 2010’an anî ziman, ragihand ku ew ê ji bo berjewendiya giştî beşdarî hilbijartinan bibin. Serok Barzanî hêvî kir ku ev hilbijartin bibe sedema ku Iraq bikeve ser rêya rast û kar bi destûrê bê kirin.

Derbarê têkoşîn, cangorî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî got ku kesî ji bo destkeftiyên Herêma Kurdistanê qencî bi me nekiriye û kes jî nikare minetê li ser me bike. Ev e berhema xwîna şehîdan, berhema hêstirên dayikên şehîdan û berhema keda vî miletî ye.

Di axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa qonaxa Iraqê ya nû ya piştî sala 2003’an kir û ragihand ku piştî 2003 em bi îradeyeke xurt û niyeteke pir paqij çûne Bexdayê ji bo ku Iraqa nû were avakirin û me her hewlek da heta gihîştin sala 2005’an û ew destûra ku niha heye. Serok Barzanî diyar kir ku ew destûr ne ew e ku hemû daxwazên me tê de hebe, lê destûreke wisa ye ku tiştên erênî tê de hene ku ew pê razî bin û piştgirî lê bikin. Eger ew destûr niha jî were cîbicîkirin, destûreke baş e. Serok Barzanî dubare kir ku ger ev destûr hatiba cîbicîkirin, ne li deverên din ên Iraqê û ne jî di têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de gelek pirsgirêk çênedibûn. Di heman demê de, Serok Barzanî got ku mixabin, ya ku me dîtiye, hîna jî çanda hikûmeta navendî li ser ramana li Bexdayê serdest e, û tekez kir ku ew kêmtirî destûrê qebûl nakin.

Derbarê mijara petrolê û lihevhatina sêalî ya niha di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal û şirketên petrolê de, Serok Barzanî hêvî kir ku ev lihevkirin serkeftî be û bibe bingehek ji bo zagona petrol û gazê û ev pirsgirêk were çareserkirin. Herwiha, derbarê mafên destûrî yên gelê Kurdistanê de, Serok Barzanî dubare kir ku ew maf ew emanet in ku xwîn ji bo wan hatiye rijandin û bi hezaran zarokên hêja xwîna xwe ji bo wê dane.

Di heman civînê de, Serok Barzanî derbarê birîna budce û mûçeyên gelê Kurdistanê de ragihand ku, li cem wî û li cem her Kurdekî dilsoz û yê ku hinekî jî wijdanê wî hebe, êşa birîna nanê gelê Kurdistanê ne kêmtir bûye ji Enfal û kîmyabarankirinê.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serok Barzanî rû bi amadevanan kir û ji wan re got ku çawa Pêşmerge terorîstên DAIŞ'ê têk birin, divê hûn jî bi pênûs û ramanên xwe, bi hewl û keda xwe şerê wê çanda xerîb bikin ku li Kurdistanê belav dibe, dixwazin ku take kesê Kurd baweriya xwe bi xwe nemîne û ciwanên Kurd hestên dilsoziyê ji bo welatê xwe nemîne.

Serok Barzanî herwiha anî ziman ku hewl tê dayîn ku ramana neteweyî were tunekirin û bêhêvîtî di nava miletê me de belav bikin. Ew çanda dewlemend a pêkvejiyanê ku em pê serbilind in, bi awayekî tê xwestin ku were tunekirin. Ji ber vê yekê, divê hemû kes li hemberî vê komployê rawestin û nehêlin ku serkeftî bibin.

Serok Barzanî herwiha behsa pêşketinên Kurdistanê di warên perwerde, xwendina bilind, avadanî, kareba, rê û bendav û pûndan de kir. Herwiha girîngiya parastina jîngehê û jîngehparêziyê anî ziman û daxwaz kir ku hemû alî di pêşxistina jîngehparêziyê û parastina sirûşta Kurdistanê de alîkar bin. Serok Barzanî bal kişand ser girîngiya avakirina bendavan û ragihand ku avakirina wan bandoreke mezin li ser parastina avê û rûbirûbûna krîza avê ya di pêşerojê de heye û divê em karekî bikin ku gelê Kurdistanê tûşî pirsgirêka bêaviyê nebe û divê polîtîkayeke rast û durist a birêvebirina avê hebe.

Derbarê helmeta bangeşeya hilbijartinan de, Serok Barzanî daxwaz kir ku helmeta bangeşeyê bi aramî û bê tundûtûjî were birêvebirin û divê rê neyê dayîn ku tiştekî nebaş biqewime. Her kes azad e ku bangeşeya xwe bike û deng bide kîjan alî. Herwiha anî ziman ku polîtîkaya Partî û polîtîkaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku li ser avakirina binesaziyeke temam di hemû waran de ji bo nifşên pêşerojê bifikire û divê li ser vê yekê were xebitîn ku ew di xizmeta hemû gelê Kurdistanê de ye da ku paşerojeke xweş, geş û tendurist ji bo miletê me were misogerkirin.

Derbarê rewşa navxweyî ya Kurdistanê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê de, Serok Barzanî ragihand ku piştî ragihandina encamên hilbijartinan, me ji hemû aliyan daxwaz kiribû ku hikûmeteke bingeha wê fireh were avakirin, lê hinek ji wan nehatin û hinek jî gotin ku ew ê bibin rikeber û opozîsyon. Ev rewş di navbera Partî (PDK) û Yekîtiyê (YNK) de ma. Serok Barzanî diyar kir ku li ser bernameya kar a hikûmetê lihevkirinên pir baş hatine kirin û bernameyek pir rêkûpêk e. Pêwîst e encamên hilbijartinan bêne berçavgirtin û her aliyek li gorî heqê xwe yê hilbijartinê postan werbigire. Hêvî kir ku li ser vê yekê jî lihevkirin were kirin û berî hilbijartinên Encumena Nûneran a Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê were avakirin.