Wednesday 29 October 2025

Serok Barzanî Bi Beşek Ji Cemawer û Çînên Dihokê re Civiya



Roja Çarşemiyê, 29ê Cotmeha 2025an, li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî li gel beşek ji cemawer û çîn û tebeqeyên bajarê Dihokê re civiya.

Di vê civînê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û behsa çend mijarên girêdayî rewşa niha û hilbijartinên gera şeşemîn a Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

Derbarê hilbijartinên li Kurdistan û Iraqê de, Serok Barzanî anî ziman ku di sala 1991ê de, di dema Raperînê de, kesî behsa hilbijartinan nedikir û me behsa hilbijartinan kir. Wî herwiha tekez kir ku Partî her ji destpêkê ve baweriya wê bi hilbijartinan û dengê gel û welatiyan hebûye û Partî her ji hilbijartinên yekem heta hilbijartinên dawîn, her yekem bûye.

Serok Barzanî diyar kir ku Partî her dem xwe berpirsiyar dîtiye û tu carî ji berpirsiyariyê nereviya ye û berpirsiyarî nexistiye ser milê kesî, berevajî vê yekê, berpirsiyariya gelên din jî hilgirtiye.

Derbarê hilbijartin û qonaxa piştî hilbijartinan li Iraqê de, Serok Barzanî hêvî xwest ku piştî hilbijartinan, rewş baştir bibe û biguhere û hêvî kir ku pirsgirêk werin çareserkirin. Serok Barzanî dîsa spasiya gelê Kurdistanê kir ji bo berxwedana wan li hember hemî planan û neşandina mûçeyan û isbat kirin ku ew ji bo tiştekî serî natewînin.

Di beşeke din a vê civînê de, Serok Barzanî behsa destûra Iraqê kir û ragihand ku heke ew destûr wekî xwe were cîbicîkirin, gelek pirsgirêk dê werin çareserkirin. Her li ser mijara hilbijartinan, Serok Barzanî tekez kir ku her hilbijartinek girîngiya xwe heye û divê vê carê jî hêz û mezinahiya cihê Partiyê ji hemûyan re nîşan bidin. Her kesê ku wijdanê wî hebe, dizane ku meseleya parastin û erka parastina Kurdistanê li ser milê kê ye û dizane ku ew xizmeta ku di warê avakirin, perwerde, tenduristî, xizmetguzarî, asayîş, aramî, aborî, geşkirin û pêşxistina binesaziya Kurdistanê, projeyên stratejîk û pêşxistina sektora rê û geştiyariyê de hatiye kirin, Partiyê kiriye ku ev bi hêsanî bi dest neketine. Herwiha behsa parastina avê û girîngiya projeyên bendav û golan kir ku ji bo paşeroja Kurdistanê di warê avê de girîngiya wan gelek zêde ye û gel dê di paşerojê de bizane ku çi karekî mezin hatiye kirin.

Çanda pêkvejiyanê li Kurdistanê mijareke din a axaftina Serok Barzanî bû û di vê derbarê de, wî tekezî li ser şanazîkirin bi vê çanda mezin li Kurdistanê û zêdetir cîbicîkirin û berdewamkirina bingehên pêkvejiyanê kir.

Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî behsa berdewamiya hewldanan di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de kir li gorî heqê hilbijartinan û hêvî kir ku hikûmeta nû di zûtirîn dem de were pêkanîn.

Serok Barzanî daxwaz jî kir ku kampanyaya hilbijartinên gera şeşemîn a Encûmena Nûneran a Iraqê bi aramî, bi rehetî û dûrî tundûtûjiyê were rêvebirin.