Wednesday 17 April 2024

Serok Barzanî 16. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li Hewlêrê vekir



Roja çarşema 17ê Nîsana 2024, Serok Mesûd Barzanî şanzdehemîn pêşangeha navdewletiya pertûkan li Hewlêrê vekir ku ev pêşangeh ji aliyê Dezgeha Meda ya ragihandin û rewşenbîrî ve hatibû sazkirin, bi amadebûna Serok Barzanî û hejmarek mîhvan û nûnerên welatan û kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û rojnamevanan ve dest bi karên xwe kir û pêṣangeh dê heta çend rojan berdewam bibê.