Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Mîrê dewleta Kuweytê xwedê jêrazî (Şêx Newaf Elehmed Elcabir Elsebah) gihîşt min, ji xwedayê mezin lava dikîn giyanê wî bi bihuşta fireh şad bike û hevxemî û hevsoziya xwe ya kûr ji bo malbata birêz ya Elsebah û gel û serkirdayetiya dewleta Kuweytê radigihînîn. Xwedê jêrazî Şêx Newaf Elehmed karwanêkî pir li destkeft û bexşîniya ji bo gelê xwe gihande menzilgehê û koça dawî kir, em hevbeşê xema birayên xwe yên li dewĺeta Kuweytin û daxwazê ji xwedayê mezin dikîn ku hedarê bi malbata birêz ya Elsebah û gelê Kuweytê bira bibexşê û asayîş û aramiyê ji bo dewĺeta Kuweytê û gelê wê berdewam bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
16.12.2023