Roja Înê 09.01.2026an, Serokê Sûriyê Ehmed Elşer bi rêya telefonê peywendiyê bi Serok Barzanî re kir.
Di vê peywendiya telefonî de, pêşketinên siyasî yên dawî yê Sûriyê û guhertinên herêmê hatin nîqaşkirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya aramî û hevkariya hevbeş kirin. Herwiha, Serok Elşer dubare kir ku Kurd pêkhateyeke resen û sereke ya gelê Sûriyê ye û tekez li ser pêdagirbûna temamî ya dewleta Sûriyê ji bo garantîkirina hemû mafên neteweyî, siyasî û medenî yên Kurdan ligel pêkhatên din ên Sûriyê bi awayekî wekhev û bê cûdahî kir.
Her di vê peywendiya telefoniyê de, Serok Barzanî rûmeta xwe li wê nêrîna Serok Elşer re hebû û piştgiriya xwe ji bo daxwaz û armancên Sûriyan ji bo avakirina dewleteke ku hemû alî û pêkhatan li xwe bigre û tê de hevbeş bin, ragihand. Herwiha, wî tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya şêwirîn û hevkariyê jî kir, ew jî ji bo berçavgirtina berjewendiya hemû aliyan û parastina aştiya civakî.