Êvara roja Yekşemiyê, 18.01.2026an, Serok Mesûd Barzanî peywendiyeke telefoniyê ji birêz Ehmed Şera, Serokê Sûriyê, wergirt.
Di wê peywendiya telefonî de, li ser pêşhatên dawî yên Sûriyê hate axaftin û Serok Şera, ligel ku naveroka rêkeftina xwe ya bi QSDê re anî ziman, tekezî li ser wê kir ku mafên Kurdan dê bêne parastin û pirsgirêk li gorî rêkeftinan dê bêne çareserkirin.
Herwiha di wê peywendiyê de, Serok Barzanî tekez li ser pêwîstiya garantîkirina mafên gelê Kurd kir û herwiha derketina biryarnameya Serokê Sûriyê ya derbarê mafên Kurdan de wek pêngaveke rast da zanîn ku dikare ji bo mafên Kurdan li Sûriyê bibe bingehekî zexm û erênî li ser were avakirin.