Sunday 8 February 2026

Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka yê ji bo Karûbarê Sûriyê



Roja Yekşemê, 8ê Sibatê, 2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Tom Barrack, Nûnerê Serok Trump ê ji bo karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê de, peywendiyeke telefonî hate encam dan.

Di vê peywendiya telefoniyê de, li ser rewşa siyasî ya herêmê bi giştî û geşepêdan û guhertinên dawî li Sûriyeyê de, danûstandina bîr û ramanan kirin. Herdu alî li ser pêwîstiya berdewamiya li ber girtina hemû pengavên ji bo rêgirtina li alozî û şer û ji bo cîbicîkirina aştî û aramiya li herêmê, hevbîr bûn.

Her di wê peywendiya telefoniyê de, herdu aliyan ji bo rola bi bandor a ku di cîbicîkirina aştî û aramiya li herêmê de lîstine, destxweşiyê li hev kirin. Herwiha, Serok Barzanî, ligel spasiyên xwe ji bo rola Amerîkayê, girîngî da ser berdewamiya hevalbendiya di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê.