Roja pênçşema 15ê Gulana 2025 bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî kongreya yekgirtina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê li Hewlêrê birêveçû. Li destpêka kongreyê da Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî xweşhaliya xwe nîşan da ku li vê roja pîroz da beşdare ku roja yekgirtina her du rêxistinên bi şiyan û pir ezmûna lawan û xwendekarene. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku xwendekar û ciwan roleke ber bi çav li şoreşa Eylûl û Gulan û şerê Da'îş de hebûye û piştrastiya xwe bi wê yekê nîşanda ku ciwan û xwendekar dikarin wê rolê baştir bibînin.
Li beşeke dinê gotara xwe de Serok Barzanî behsa gotineke Barzaniyê Nemir kir û ragihand: "Cenabê Barzanî wesfa we kiriye: (Serê rim û şûra polayîn) eger baş bîr û hizra xwe lê bikin wateya wê geleke."
Her wiha li gotara xwe de Serok Barzanî balkişand li ser bihêz kirina hizra neteweyî û niştimanî ya li nav ciwan û xwendekaran da û ragihand: "Şerê berê gelek hêsantir bû ji şerên niha, şerê balafir û tank û top û heta kîmyabaran û enfalan. Lê belê bawer bikin şerê niha gelek metirsîdartire. Şerê belavkirina maddeyên hişbire li nav civaka me, vê şerê bi me re dikin."
Li dirêjahiya gotara xwe de Serok Barzanî ragihand, "şerê nehiştina bîr û bawere, şerê nehiştina ewe ye ku takekesê Kurd êdî bawerî bi xwe nebê, bi hêvî nebê. Ji bo wê yekê ev şer gelek dijwartir û metirsîdartire. Beşeke zêdeyê berevaniya li vê şerê tirsnak dikevê ser milên we."
Naveroka gotara Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ezîzan, xûşk û birayan
Gelek xweşhalim ku bi we yên xweşdivî re, li rojeke wiha pîroz da beşdar dibim ku her du rêxistinên bi şiyan, her du rêxistinên pir bi ezmûn hevdû digrin. Pîrozbahiyê li we dikim û ji bo vê biryarê destxweşiyê li we dikim. Ez ji wê yekê piştrastim, piştî niha jî hûn dikarin zêdetir û baştir xizmeta gel û niştiman bikin.
Xwendekar û ciwan roleke wan ya zêde bi bandor li şoreşa Eylûlê de, li şoreşa Gulanê hetta li şerê Da'îşê de jî hebûye. Ez piştrastim piştî niha jî dikarin wê rolê baştir û zêdetir bibînin. Li vir da ez spasiya wan birêzan dikim ku heta niha berpirsiyariya van du rêxistinan hilgirtibûn û hêviya serkeftinê ji bo wan û ji bo wan birêzên ku piştî niha jî baweriya werdigrin dikim.
Gelek xweşhalim, berî çend rojekê ku ligel sekreteriyeta her du aliyan rûniştim, min bihîst ku rêjeya jinan li nav xwendekar û ciwanan de zêde bûye. Wateya wê ewe ye ku li nava PDK de jî zêde dibe. Eve gelek gelek cihê xweşhaliya me ye û ez pêşniyar dikim hinde bikarin rêjeya jinan zêdetir bikin.
Cenabê Barzanî wesfa we kiriye, (serê rim û şûra polayîn) eger baş bîr û hizra xwe lê bikin eve wateya wê geleke, serê rim divê herdem li êrîşê da bê, şûra polayînî jî divê herdem amade bê, berevaniyê bike. Êdî yekgirtina her du yan niha gelek vê erkê hêsantir dike û serkeftîtir dike. Ji ber ku yek biryar dibin û pêkve dibin û yek temamkerê ewê din dibe.
Şerên berê gelek hêsantir bû ji şerên niha, şerê balafir û tank û top û heta kîmyabaran û enfalan. Lê belê bawer bikin, şerê niha gelek metirsîdartire. Şerê belavkirina maddeyên hişbire li nav civaka me, wê şerê ligel me dikin. Şerê nehiştina bîr û bawere, şerê nehiştina ewe ye ku takekesê Kurd êdî bawerî bi xwe nebê, hêvî nebê. Ji bo wê yekê ev şere gelek dijwartir û metirsîdartire. Beşeke zêdeyê berevaniya vê şerê tirsnak dikevê ser milên we. Divê ciwan bêne perwerde kirin, dûr bikevin ji wan tiştên ku ziyanê bi wan bi xwe û malbatên wan û partiya wan û mîlletê wan digihîne. Ewê tûşî maddeya hişbir bû çû, lê belê ewê bazirganiyê pê dike, ewe tawanbare, ewê din ewên tûş dibin qurbanîne. Ji bo wê yekê divê ev babet gelek bi ciddî bê wergirtin û divê gelek bi tundî jî reftara vê diyardeya metirsîdar re bê kirin. Ewê din divê ciwanên me bêne perwerde kirin, bi bîr û hizra hezkirina niştiman. Eger kesek hesta ewe nebê ku ev ax pîroze, hesta wê yekê nebê ku çend şehîd û qurbanî hatine dayîn, ji bo parastina vê axê. Mîlletek eger axa wî nebû mîlleteke bê qîmete, ax jî eger mîlletê xwe nebê, ax jî dîsa bê qîmet dibe. Lê belê çi axek û çi mîlletek, xelkek ku vê axê bi pîroz bizanê, axa wî jî ku wî xelkî bi pîroz dizane. Kurdistan wiha bûye û divê wiha bimîne. Niha dixwazin ne pîroziya axa me bihêlin û ne bîr û baweriya xelkê me bihêlin, metirsiya mezin eve ye.
Nabê hîç demek em hizra ewe bikîn, wekî regezperest û wekî xweperest û wekî wan hizir bikin, nexêr. Me rêz ji bo hemû neteweyek heye, ji bo hemû takekesek. Lê belê qet û qet nabê takekesê Kurd xwe bi kêmtir bizanê ji xelkekê din.
Piştrast bin em bi hemû şiyanek ve piştevaniyê li we dikîn. Lê belê daxwazê ji we dikîn, we jî ji bo mîlletê xwe berhem hebê. Berhema we jî ewe ye, ew şerê ku niha min behs kir, divê hûn wê şerê gelek bi ciddî bikin.
Birêzan piştî sala 2003 derfeteke zêrîn li Iraqê hate pêş, hûn hemû jî dizanin ku Kurd û xelkê Kurdistanê roleke serekî li rûxandina rejîmê de dît û amadekariyên ku pêwîst bû bêne kirin encamda. Piştî rûxandina rejîmê jî bi biryara Parlemen, biryar hate dayîn ku em vegerîne Bexda û Iraqeke nû ava bikîn. Eve biryara Parlemenê bû, li ser wê bingehê jî em jî çûne Bexda. Li ser sê xalên serekî em rêkkeftîn ku Iraqa nû ava bikîn. Ew jî (hevbeşî, li hevkirin û hevsengî), ev sê bingeh bûn ku em li ser rêkkeftîn. Piştî wê li sala 2005 hengavên din ku gelek girîng bûn, destûr bû. Bi hemû niyeteke paqij ve û bi hemû hêz û şiyanekê ve, me hewl da ku Iraqê li ser wê bingehê, Iraqeke federalî û li ser wan xalan pêk bê. Ji bo çi? Ji ber ku eger vegerîne ser hûkma dîktatorî, hûkma dîktatoriyê serî negirt. Sed sal dîktatoriyetê hukim kir, paşê rûxiya. Ne Iraq xêrê li xwe dît, ne dîktator jî karîn tiştek bi dest bînin û dawiyê de serşorî ji bo wan ma. Êdî yan divê li ser wan sê xalan Iraq birêve biçe. Niha jî û ji bo paşerojê jî, hevbeşî û li hevkirin û hevsengî, destûr jî heye teqrîben rênîşandere. Ji bo wê yekê ku çawa li ser wan sê bingehan îş û kar bêne kirin. Ez nabêjim destûr bê kêmasiye, lê belê eger pêdagirî li ser hatiba kirin û niha jî pêdagirî bê kirin, destûr dikare gelek baş rewşê çareser bike.
Eger aliyek wiha hizir bike ku ew bi xwe zorîneye û bi hukma zorîne îradeya xwe ferz bike. Bi xwedê Iraq xêrê ji xwe nabîne û ev nêrîn ser jî nakevê. Eger pêkve bîn, em dikarîn hemû yarmetîderê hevdû bîn û piştevanê hevdû bîn. Li dinyayê de tişteke wiha nebûye tu bi zorê xelkekê bînî pêkve bikî û bibêjî vaye em hemû yekîn. Iraq li destûrê da jî hatiye ku ji neteweyên cûda têda heye, olên cûda têda heye, mezhebên cûda têda heye û divê bi dilê xwe ew yek bigrin. Bi zorê nikarî ferz bikî, ev hevdû yek bigrin. Bi çi dibe? bi siyaseteke rast û rewan, siyaseta rast û rewan jî divê destûrek vê siyasetê nîşan bide û divê bingehek hebê tu li ser rêk bikevî. Mixabin ne pêdagirî bi wan xalan hate kirin û ne pêdagirî bi destûrê hate kirin.
Niha jî ez dibêjim eger hemû aliyek bixwazin Iraq aram bibe û xelkê wê bextewer bibin, divê vegerîn li ser wan sê bingehan. Eger na, bila rapirsînek bê kirin, lê belê rapirsîneke zelal, netewe û ol û mezhebên wê têda hebe. Ji bo wê yekê ku xûya bibe. Madem ber bi ewe diçîn, ber bi mezheb û evane, başe bila amarek bê kirin, amareke şefaf û zelal, bizanîn çend ol li Iraqê hene? çend netewe heye? û çend mezheb heye? wê demê kes gileyî nake. Lê belê rapirsîneke zelal be. Yan eger hilbijartin tê kirin, bila yek bazin bê. Lê belê tu pêşwext encaman deynî û bibêjî min ewqas heye û te ewqas heye, tu kemîneyî û ez zorîne me. Ji bilî wê yekê ne amarek hatiye kirin. Birastî eve bawer nakim encamên wê baş be, demkî ye, eger destkeftek jî hebe demkî ye.
Ji bo wê yekê, me pê xweşe vegerîne li ser wan sê bingehan û ji bo destûrê. Eger ew sê bingeh bêne bi cîh kirin, êdî pêwîstî ne bi wê yekê dibe ku kî zorîne ye. Ji ber ku ewe hevbeşî ye, lê belê eger ewe neyê kirin, ez bi xwe bawer nakim rewşa Iraqê aram bibe.
Li vê rapirsiya dawî de ku hate kirin, helbet gelek dijî ewe bûn ku netewe û ol û mezheb têda hebê. Lê belê eger bibêjîn bi nifûs, li Herêma Kurdistanê, ew cîhên ku niha li jêr destê Hikûmeta Herêmê ne û li jêr destê Pêşmerge ne, teqrîben % 15 e. Navçeyên derveyê îdareya herêmê têda nîne ku eger ew jî bête ser, teqrîben hejmara Kurd renge xwe li % 25 an bide. Zêdetir jî, lê belê ew muameleyek ligel Herêmê da dikin, heta ew navçeyên li jêr desthilata Herêmê ne jî % 15 nîne û % 14 nîne û li % 10 jî kêmtire. Li hemû tiştek ku dibêjin pişka herêmê ewqase, gelek bi kêmî, bi nîv û ji nîv jî kêmtire. Her wiha sê beramber û deh beramber ji bo me tê.
Ji bo wê yekê bi vî awayî nayê kirin birastî, neçarim îro hinek tiştan gelek bi eşkere behs bikim. Ji ber ku dema ewe hatiye. Meseleya mûçe, wiha lê kirine ku qaşo xebat û têkoşîna vî mîlletî, li van hemû salan, wan hemû serkirdeyên qehreman, wan hemû mezinan, wan hemû şehîdan, wan hemû enfal û kîmyabaranan, hemû ji ber ewe bûye ku daxwaza mûçeyan kirine. Eger mebest mûçe bûya ev dewletên berê destê Kurdan maç dikirin û memnûn jî dibûn. Mixabin eve bi çavsaxî û bi rêkarên hinek aliyên navxweyî ve tê kirin.
Bexda divê muamele ligel şerîyeta Herêmê de bike. Li cotmeha derbasbûyî hilbijartin bû û hilbijartin jî sengê hemû aliyekê nîşan daye. Eger çend kesek ji ber her mebestek bê yan ji ber her sedemek bê ku wan bi xwe bawerî pê heye, biçin gileyiyê bikin, yan şikayetê bikin, ligel wan kar bikin, eve dijî destûre, dijî şerîyete, dijî hemû tişteke. Eger mebest ewe ye ku federaliyet nemaye? Bila bi eşkere ji me re bibêjin, me bawerî bi federaliyetê nemaye û ji ber ewe divê hikûmet navendî be. Wê demê ewê qebûl dike, qebûl dike, ewê qebûl jî neke, biryara xwe dide. Lê belê ew karê niha ligel herêmê tê kirin, karê ewe nîne yê federalî be.
Niha jî dereng nîne, careke din ez tekez dikim, vegerana ji bo wan sê bingehan û destûrê, ew kêşe hemû têne çareser kirin. Herêm herêmeke federalî ye li gor destûr. Ewê destûr bi herêmê daye tedaxulê têda nekin. Eger kêşeyek heye, herêm Parlemena xwe heye û bila Parlemen muhasebeya hikûmeta xwe bike. Dadgehek yan Parlemena Bexda li gor destûrê ew maf nîne bê û wê tedexulê li Herêmê de bike. Eger Hikûmeta Herêmê dijî destûr û dijî yasayan reftaran kir. Bila Parlemena Kurdistanê muhasebeya hikûmetê bike. Êdî hêvîdarim hemû aliyek bi xwe da biçin û vegerin li ser wan sê xalan û ji bo destûrê. Ji bo wê yekê hemû pêkve bikarîn piştî niha rûbirûyê wan kêşeyan bibîn. Ez li vir jî dibêjim, ew awayê reftarê ku li gel mûçe, ligel mîlletê Kurd tê kirin û ligel xelkê Kurdistanê tê kirin, ewê wekî mehên berê kirine, bi tu awayekê nayê qebûl kirin. Ez eve bi îxanet dizanim ji bo xwîna şehîdan, ji bo xebata gelê Kurdistanê, ji bo dîroka pir serweriya vî mîlletî. Ev mîllet ji birçiya şoreşê nekiriye, kekê te keramet û îrade hebe, hemû demek pere dibe. Lê belê keramet û îradeya te nema, pere çi qîmeta xwe heye? Eve divê bê çareser kirin û kes nikarê hemû mehek êdî filan îmza kir û îmza nekir, muwafeqet kir û muwafeqet nekir. Ji bo çi? Ma em parsekin li ber dergehê wan? Heta wê dema ku hemû hedef mûçe bê û pere bê, kerem bike bila biçe ji bo xwe çi biryarek dide ligel wan bila bide. Ewên ku keramet û îradeya wan mebeste û parastina dîroka pir serweriya şehîdên Kurd û Kurdistaniyan mebeste, ew jî biryara xwe bidin.
Her wekî min got, em piştî 2003 bi niyeteke paqij û bi hemû dilsoziyek ve çûyîn Bexda. Niha jî ew niyeta me heye. Eger ew niyet li Bexda hebe. Min bawer dikir, bi taybetî ewên niha li ser hukmin li Bexda, min bawer dikir, bi bêyî me, ew bi xwe berevaniyê li mafê mîlletê Kurd bikin. Ji ber ku gelek nan û xwêya me pêkve bûye. Min bawer dikir ew bi xwe bên bibêjin me em dixwazin birînên enfal û kîmyabaran û wêrankirina çar pênc hezar gund û ewane hemû bipêçîn. Ne ku bên nanê vî xelkî bibirin ku tûşî wan hemû karesat û êşan bûne. Bên nan jî bibirin, birastî eve li cem me gelek cihê balkêşiyê bû. Başe em jî dakokî dikîn ku divê bêne qerebûya hemû enfalan bikin, qerebûya kîmyabarana vî mîlletî bikin, qerebûya wan çar hezar û pênc sed gundan bikin.
Me got madem Iraqeke nû ye, em hemû pêkve ne û xelkeke dinê Iraqê jî hemû wekî me êşa wan hebûye, kerem bikin. Lê belê niha ku nema, Kurd cismeke xerîbe li vî welatî, eger beşekîn li Iraqê, nabê ev yariya neşîrîn ligel risqê xelkê Kurdistanê dikin. Eger beşek jî nînin ji Iraqê, ji me re bibêjin.
Rewşa navxwe, piştî wê hilbijartina ku par li meha cotmehê hate kirin, gelek xelkê bawer dikir ku hilbijartin nayê kirin yan eger bibê tûşî kêşeyan dibin û tiştê nexweş rû didin. Hewldaneke zêde hate kirin ku hilbijartinek pêşwext ya destnîşankirî bibe, kî çend kursî dibe. Ewe bû spas ji xweda re bi xweragiriya PDK ew plan serî negirt. Lê belê dîsa jî gelek tişt kirin ku baweriya wan wiha bû PDK tûşî mezintirîn şikestê dibe. Wekî kirin bi çar bazne, komîsyon nema, komîsyona Bexda hat, me eve hemû qebûl kir. Ewê kota, xedreke mezin li birayên me yên Turkmen û birayên me yên Mesîhî re hate kirin. Lê belê di dawiyê de me got başe, madem hinek ji wan biryarên zalimane neman, me got kerem bikin. Komîsyona Bexda bû, yek neferê me têda nebû, nizanim yek nefer mabû yan xwe vekişandibû? nizanim birastî. Lê belê girîng ewe ye li jêr çavdêriya komîsyona Bexdayê bû. Encam jî derket û eger yek bazne bûya, pênc şeş kursiyên din jî zêde dibûn. Eger dengên PDK li parêzgehên Kerkûk û Nînowa û Diyale û ew Kurdên din bên, dengên PDK ji yek milyonê derbas dike. Wateya wê ewe ye ku PDK wekû hizb, nabêjim wekî hevpeymanî û ewên din, partiya jimare yek dibe li seranserê Iraqê, ne ku li Kurdistanê.
Niha li ser Hikûmeta Bexda pêwîste û li ser hemû aliyên din tehamulê ligel wê şerîyetê bikin ku xelkê Kurdistanê daye. Niha guftûgo heye, me daxwaz ji hemû aliyan kir, ewên kursiyê bi dest ve anîne, li yek kursî bigre heta digihe çend kursiyan. Me got kerem bikin werin bila pêkve hikûmetek ava bikîn, nehatin. Gelek ji wan rikeberiyê hilbijartiye. Em rêza wê hilbijartina wan digrîn û keyfa wan bi xwe ye. Niha guftûgo li navbera PDK û YNK ye. Heta niha qonaxeke zêde birîne, lê belê hê jî maye. Ez niha jî dûbare dikim, ewê ku di dema hilbijartinê de min behs kir, niha jî dûbare dikim. Yek Herêm, yek Parlemen, yek Hikûmet û yek Pêşmerge. Me pê xweşe li ser wan bingehan ligel Yekîtiya Niştimanî û ligel biraderên din jî, kî bên, em vê hikûmetê ava bikîn. Lê belê hikûmetek ku ev bingeh têda nebe, ava nebe baştire şûna ku ava bibe.
Em hemû hewlek didîn her çi zûtire, daxwaza me jî ewe ye hem li PDK û hem li YNK, her çi zûtire hikûmet ava bibe. Lê belê li ser wê bingehê, eger li ser wê bingehê nebe, em karê xwe de berdewam dibin. Lê belê hikûmetek ava nabe li ser bingeha pencih bi pencih.
Babeteke din ku min xwest balê bikşînim li ser, pêvajoya aştiye li Tirkiye. Du sê car berî niha, dîsa hewl hatin dayîn ji bo pêvajoya aştiyê û em agahdar bûyîn û rola me jî têda hebû. Lê belê birastî ewê niha ku heye, cûda ye ligel salên berê. Vê carê teqrîben hemû partiyên Tirkiye, ewên li hukmin û ewên li rikeberin, hemû yek dengin ku divê ev mesele bê çareser kirin. Eve gûhertineke mezine. Hemû demek jî eger rêya çareseriyeke aştiyane hebe, ji bo her kêşeyek, eger mirov rêya şer li ber bigre, xiyanete. Eger rêya aştî hebe. Niha madem rêya aştî heye û ew hengavên ku hûn hemû ji rêya nûçeyan ve agahdarin, em bi hemû şiyanek ve piştgîriya vê pêvajoyê dikîn û her çi li ser me pêwîst be û bi me bê kirin, em amade ne bikîn. Hêvîdarim ev pêvajo serî bigre û navçe hemû bi hêviya xwedê ji gelek wan gîr û giriftên ku bi me girtine, rizgar bibîn.
Li Suriye jî dîsa me hewleke zêde da ku Kurd yek deng bin û yek helwest bin ligel Şamê. Ew jî rêya aştiyê li ber bigrin, ew jî mijûlin. Êdî hêvîdarim li vir em vegerîne li ser wan sê xalan û destûrê. Li Suriye jî kêşe bê çareser kirin, li Tirkiye jî pêvajoya aştiyê li ser bigre. Hêvîdarim kêşeyên ligel Îranê jî hemû bêne çareser kirin. Çi ewê navxwe û çi ewê ligel Ewrûpa û Amerîka. Êdî navçe bi giştî bextewer bibe. Ev xelk ji wan hemû êş û azarên ku hene jê rizgar bibe. Birastî em bi êş û azarê hemû mîlletan hest dikin, neku her yê me. Yê me ewqas zêdeye, lê belê yê xelkê jî kêm nîne. Ji ber wê yekê ez hêvî dikim navçe hemû ber bi aştiyê ve biçe, ber bi danustandinê biçe, ber bi têgihiştinê ve biçe. Êdî li şûna wê yekê planê li dijî hevdû bikîn û maddeyên hişbir ji bo hevdû bişînîn, qumbele û saroxan ji bo hevdû bişînîn. Êdî teknelojiya ji bo hevdû bişînîn. Peywendiyên bazirganiyê bihêz bikin, pêkve hewl bidîn çi başe ji bo hemû aliyek? Êdî wê siyasetê li ber bigrîn, siyaseta hevkarî û hemahengiyê.
Li dawiyê de ez careke din, hêviya serkeftinê ji bo kongreya we dixwazim, kongreyeke serkeftiye bi hêviya xwedê, çi jî pêwîst be, ji bo piştevaniya we, piştrast bin em kêmasiyê nakîn ji bo we, lê belê em kar û xebatê jî ji we dixwazin.
Her bijîn, bi xweşî û serbilindî.