Roja çarşema 11ê hezîrana 2025 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê pêşwaziyê li termê kesayetî û xebatkar û têkoşer û niştimanperwerê gelê me xwedê jêrazî Kerîm Şingalî kirin.
Li merasîmek da ku bi beşdariya berpirsên hizbî û hikumî û malbat û kesukarên xwedê jêrazî Kerîm Şingalî birêveçû, Serok Barzanî tacegula rêz û wefayê li ser termê xwedê jêrazî Kerîm Şingalî danî û gotarek pêşkêş kir ku ev e jî naveroka wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Li vê rojê da gelek esteme mirov bikarê bipeyvê, ji ber ku me hevaleke gelek nêzîk, birayeke gelek xweşdivî ji dest daye.
Kek Kerîm, her li temenê zaroktiyê ve ji malbateke Kurdperwer ve pêgihiştiye, ku xwendekar bû li kolêja yasa ya li Bexda, ji wê demê ve kek Kerîm endameke çalak bû li Partiya Demokrata Kurdistanê de. Piştî peymana 11 ê adarê jî, gelek ciwan bû, lê belê ku ji zanîngehê derket, serpereştiya wê pêvajoyê ya şehîdên şoreşa Eylûlê kir. Birastî zilameke rojên tengane bû, ez şahidê têkoşîn û dilsozî û wefadariya vî birayî me.
Sersaxiyê li kesukarên wî dikim, lê belê berî wan sersaxiyê li xwe dikim, cihê wî behişte bi hêviya xwedê û mirin rêyeke heq e, her kes ji man bi roja xwe de digihiyê, bi hêviya xwedê, xwedê vî mîlletî biparêze û Kurdistan bextewer bê û avadan bê û zarok û gedeyên dilsozên wekî kek Kerîm jî bi hêviya xwedê herdem her li xizmeta vî welatî da bin û gelek spas.