Di konferansê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand: "Îro jî kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan, rast e me gelek kesên xwe yên hêja û hezkirî winda kirin, lê ew bi serbilindî çûn pêş Xwedayê xwe, bi serbilindî çûn û gihîştin pileya şehadetê. Lê yên ku ew tawan kirin, bi rûreşî, şermezarî û serşikestinê çûn."
Her wiha got: "Çarenûsa gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de her tim êş, azar û zordarî bûye, bi taybetî di sedsala borî de bi awayekî pir rêkûpêk û bernamekirî Jenosîda gelê Kurdistanê dest pê kirin. Di sala 1975an heta sala 1980an bi Kurdên Feylî dest pê kirin. Li gor hemû agahiyên heyî, ji bilî derxistina hezaran malbatên Feylî yên ku bi sedan sal bû li Iraqê dijîn û talankirina hemû mal û milkên wan, 12 hezar ciwanên wan jî di navbera 18 û 30 salî de winda bûn û heta îro jî kes nizane gorên wan li ku ne?"
Ev a li jêr jî naveroka gotara Serok Barzanî ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Mêvanên birêz
Amadebûyên birêz
Hûn hemû bi xêr hatin, serçavan.
Ez gelek kêfxweş im ku îro ev derfet çêbû ku ez jî di xizmeta we de bim. Ez dixwazim pêşwaziya birêz û birayên hêja yên ku beşdarî vê konferansa girîng a derbarê qirkirinên (jenosîd) li Kurdistanê bûne, bikim. Amadebûna we nîşana girîngiya we û parvekirina we ya bi xemgîniyên me ye. Tiştên ku me berî niha ji dîmenên tawanên hatine kirin dît, dilê mirov diêşîne. Em ji Xwedê hêvî dikin ku şehîdên me bihuştê qezenc bikin û ji bo me û kesûkarên wan jî sebr û aramiyê bide.
Çarenûsa gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de her tim êş, azar û zordarî bûye, bi taybetî di sedsala borî de bi awayekî pir rêkûpêk û bernamekirî Jenosîda gelê Kurdistanê dest pê kirin. Di sala 1975an heta sala 1980an bi Kurdên Feylî dest pê kirin. Li gor hemû agahiyên heyî, ji bilî derxistina hezaran malbatên Feylî yên ku bi sedan sal bû li Iraqê dijiyan û talankirina hemû mal û milkên wan, 12 hezar ciwanên wan jî di navbera 18 û 30 salî de winda bûn û heta îro jî kes nizane gorên wan li ku ne?
Tiştê ku ji bo me diyar bû, ev bû ku hejmarek mezin ji ciwanên Feylî û Barzanîyan biribûn Akkaşat û Qa'imê û li wir çekên kîmyawî li ser wan ceribandibûn.
Piştî wê, di sala 1983an de Enfala Barzanîyan bû, paşê di salên 1987 û 1988an de Enfala berfireh a li seranserê Kurdistanê, paşê jî kîmyabarankirin li Geliyê Xoşnawetî û Geliyê Balîsanê dest pê kirin. Her wiha li devera Nêrwe ya Amêdî gelek baregehên Pêşmerge û baregeha leqa yekemîn a Partiyê hatin kîmyabarankirin. Paşê tawana mezin a 16ê Adara 1988an ku kîmyabarana Helebceyê bû, ku em dikarin bibêjin ew tacdarî (dawiya) wan tawanên ku dest pê kiribû, bû. Jenosîda herî mezin a dawîn ku dema mirov dibîne xwîn ji dilê mirov tê, Jenosîda Êzidiyan bû di sala 2014an de. Ev hemû nîşan didin ku gav bi gav çiqas zilm li vî miletî hatiye kirin û çiqas qurbanî daye ji bo vê azadiya ku hatiye bidestxistin.
Ev tawan ew qas mezin in ku qet û qet nayên jibîrkirin, lêbelê werin hûn mezinahiya vî miletî bibînin. Gelê Kurdistanê, roja ku Xwedê desthilatdarî da wan, neçûn ber bi tolhildanê. Bi taybetî di dema Raperîna sala 1991ê de, du feyleqên artêşa Iraqê ketin destê gelê Kurdistanê, Pêşmerge û girseyê. Tu leşkerekî Iraqê nehat kuştin û nehate biçûkxistin. Her ew leşker bûn ku 4500 gundên me hilweşandibûn, ew bûn ku Enfal kiribûn, ew bûn ku ew hemû tawan kiribûn, lê tawanbarên mezin ew bûn ku biryara wan tawanan dan.
Îro jî kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan, rast e me gelek kesên xwe yên hêja û hezkirî winda kirin, lê ew bi serbilindî çûn pêş Xwedayê xwe, bi serbilindî çûn û gihîştin pileya şehadetê. Lê yên ku ew tawan kirin, bi rûreşî, şermezarî û sernizmiyê çûn.
Qet min bixwe texmîn nedikir ku rojek ji rojan Xwedê derfeteke wisa bide ku tolhildan neyê kirin, lê dema gelê Kurdistanê ew ders nîşanî min û nîşanî hemû dinyayê da, mixabin nirx û qedrê wê helwesta gelê Kurdistanê hîna nehatiye fêmkirin. Li ser aştiyê û lihevkirina niştimanî li vî welatî û yên din diaxivin, tiştê ku li Kurdistanê qewimî, li tu welatê dinyayê neqewimîye. Li kîjan welatî hukûmeta wî welatî gelê xwe kîmyabaran kiriye ji bilî Kurdistanê? Gelê Kurdistanê kîmyabaran kirin. Dibe ku dewletekê li dijî dewleteke din di qada leşkerî de bikar anîbe, lê gelê xwe kîmyabaran nekiriye. Tenê li Kurdistanê, wekî ku me ew dîmen dîtin, zarokên nû ji dayikbûyî, dayikên ducanî hatine kuştin, hem bi kîmyabaran û hem jî bi guleyan. Şopa guleyan hîna jî li ser serê wan diyar bû. Çawa ew tawan dê werin jibîrkirin?
Girîng ew e ku ev tawan neyên jibîrkirin, lê nifşên pêşerojê jî bizanin ka çi hatiye serê bav û kalên wan de hatiye û bizanin ev azadiya ku hatiye bidestxistin bi çi bedelî pêkhatiye. Ev ne mineta kesî ye û kesî xêra xwe li me nekiriye.
Tiştê herî girîng ew e ku ev tawan careke din dubare nebin. Divê ev garantî hebe ku careke din ev tawan ne li Kurdistanê û ne jî li cihekî din dubare nebin. Çawa divê mirovên bêguneh bi vî awayî û bi xwîneke sar werin şehîd kirin, wekî ku tiştekî nebin?
Ev e rastiyek nîşan da; dema ku miletek îradeyek hebe û berxwedêr be, serkeftin her ji wî miletî re dibe. Tu caran di dîrokê de dîktator serneketine, her tim dîktator serşor bûne û ji holê rabûne.
Wekî ku ez dizanim, çend kesên zindî yên enfalê li vir bi me re ne di vê salonê de. Ez bixêrhatin û pêşwaziyeke germ li wan dikim. Peyva "taqane an ku yekane" ne xweş e, hûn ne tenê ne, hûn sembola berxwedan û rûmeta vî miletî ne. Hûn ezîzê her malbateke Kurd û Kurdistanê ne, hûn hezkiriyê her xwedî wîjdanekî li seranserê cîhanê ne. Her kes kesê we ye û hûn jî kesê me hemûyan in. Ez dizanim û pir baş hest dikim ku we çiqas êş û azar kişandine, we çiqas zehmetî kişandine, dayikên we çiqas zehmetî bi we kişandine, lê ev hemû cihê serbilindiyê ye ji bo we û ji bo me jî.
Tiştê ku îro li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê û li ser hikûmeta federal pêwîst e, tezmînata van kesan were dayîn. Tezmînat ne bi wê wateyê ku xwîna wan dê were tolhildan an mafên wan dê werin dayîn. Tu mal û milkê dinyayê nirxê wê xwînê nîne ku hatiye rijandin, lê ev tiştekî manewî ye, tiştekî sembolîk e ku dadmendî cihê xwe bigire, nabe ku ew tawan wisa bi sadeyî derbas bibin û kesek hesabekî jê re neke. Tawanên pir mezin hatine kirin û tezmînata wan kesan erka hikûmeta federal e, ji ber ku ew mîratgira hukûmeta ku ev tawan kirine ye û erka wê ye û nabe ku xwe ji vê meseleyê dûr bixe. Her wiha erka hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku li ser vê yekê her tim israr bike.
Ya din pir girîng e ku Jenosîd di asta navdewletî de were naskirin. Em spasiya Parlamentoya Federal dikin ku di sala 2008an de ew biryar da, lê ji aliyê hikûmetê ve tiştek nehat kirin. Em spasiya Parlamentoya Swêdê jî dikin ku di sala 2012an de û Parlamentoya Brîtanyayê jî di sala 2013an de wek Jenosîd hate naskirin. Em ji parlamentoyên din ên Ewropî û yên li seranserê cîhanê jî dixwazin ku yên lêkolîn kirine û li ser axivîne, ew jî vê biryarê bidin û Jenosîd were naskirin. Ev mijar erke pir pîroz e, hem li ser milê hikûmeta Herêmê, hem jî divê hikûmeta federal di vê yekê de alîkar be.
Di destûra bingehîn a Iraqê de, di xala 132an de hat ferzkirin ku hikûmet divê tezmînata van kesan bide. Ez hêvîdar im ku piştî hilbijartinên ku li pêşiya Iraqê ne, dê rewşeke ewletir û saxlemtir çêbibe. Rewşeke ku destûra bingehîn a heyî bibe dadwer di navbera her hemwelatiyekî û hikûmetê de. Ger destûr dadwer be, tu pirsgirêka me nabe. Ger biryarên kesane bêne dayîn, dibe ku pirsgirêk bidomin û dibe ku mezintir jî bibin, ji ber ku bi rastî mixabin hîn jî hin kes di bin bandora wê çandê de ne ku Enfalê çêkiriye. Ev nabe bimîne, ew çand nabe li Iraqê bimîne.
Ez naxwazim zêde dema we bigirim. Ez dixwazim spasiyeke bêdawî ji bo gelê parêzgeha Musenna (Semawa) bikim ku di dîtina gorên komî de pir bi tîmên me re alîkar bûn. Xwedê xêra wan binivîse û em tu carî qenciya wan ji bîr nakin. Li vir ez dixwazim spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû sazî û dezgehên peywendîdar bikim ji bo hewl û hewldanên wan û divê zêdetir be û bidomînin. Li vir ez bi taybetî spasiya Prof. Doktor Yasîn dikim ji bo rola wî ya di nasandina tawanên Jenosîdê de û di dîtina gorên komî de û di vegerandina termên wan de. Em jî soz didin hemû hezkiriyên xwe, heta nefesa dawî em ê hewl bidin ku yek hestiyê şehîdên me jî nemîne, em ê wan vegerînin heta ku em bikarin.
Bi vê minasebetê û ji bo rêzgirtina li rola Profesor Doktor Yasîn, me pêwîst dît ku medalyaya Barzanî pêşkêş bikin.
Di dawiyê de hezar silav li giyanê pak ê şehîdan û careke din spasiya we hemûyan dikim ji bo amadebûna we û hûn bi xêr hatin ser çavan.