Roja yekşem 06.06.2021 Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê peywendiyê bi malbatên wan Pêşmergeyên qehremanan kir ku li 5 ê hezîrana 2021 li erkê asayî ya xwe de li encama êrîşên çekdarên PKK şehîdbûn.
Serok Barzanî bi malbatên wan şehîdan ragihand, pirse û sersaxiya wan şehîdan sersaxiya mine û paşê yê weye û hevsozî û hevxemiyên xwe bi wan gihand. Serok Barzanî ewe jî ji bo malbatên şehîdan dûpatkir ku ewên tawana şehîdkirina Pêşmergeyan encamdaye bi sizayên xwe digihin.
Piştî wan peywendiyan Serok Barzanî her li rêya telefonê peywendiyê bi yek bi yekê wan Pêşmergeyan jî kir ku ji ber êrîşa çekdarên PKK roja 5 ê hezîrana 2021 birîndarbûn û hêviya başbûna bi lez ji bo wan xwest.