Wednesday 21 September 2022

Serok Barzanî serdana Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir



Roja çarşem 21.09.2022 Serok Mesûd Barzanî bi helkefta pencih û duyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê serdana Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir, ji aliyê Dr Abdulla Seîd Weysî Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û Dr Piştevan Sadiq Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî û Endamên Yekîtiya Zanayên Îslamî ve hate pêşwazî kirin.

Di destpêkê de Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê bi navê hemû zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê bi xêrhatina Serok Mesûd Barzanî kirin û bi kurtî di derbarê dîrok û kar û armanc û erkên Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê xistinrû, balkişandin li ser wê yekê ku ev serdana Serok Barzanî serdane ji bo mala hemû Zanayên Ola Îslamî ya li Kurdistanê.

Serok Barzanî careke din pîrozbahiya salvegera damezrandinê li Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir û piştevaniya xwe ji bo zanayên olî yên li Kurdistanê derbirî, hêvî xwest çawa li berê da wan roleke bi bandor li hizr û bîra neteweyî û niştimanperwerî û redkirina bindestî û çespandina aştî û pêkvejiyan û dîndariyê hebu, bi heman awayî jî li paşerojê de jî li xizmetkirina ola pîroza îslamê û bihayên wê yên pîroz da berdewam bin.