Êvara roja Sêşemiyê, 28ê Cotmeha 2025an, di dirêjahiya serdana xwe ya bajarê Dihokê de, Serok Mesûd Barzanî serdana nava bajarê Dihokê kir.
Di vê serdanê de, Serok Barzanî serdana Parka Serhildan a bajarê Dihokê kir û dilxweşiya xwe anî ziman ku karîne li nava yek ji taxên hejarnişinên bajarê Dihokê parkeke nû bi şêwazekî nûjen vekin û hêviya wê yekê xwest ku Dihok û bajarên din yên Kurdistanê avahî û pêşketinên zêdetir bi xwe ve bibînin.
Êvara heman rojê, Serok Barzanî serdana Çayxaneya Şehîdan a nava bazara bajarê Dihokê kir, ku tê de tabloyên wêneyên hezar şehîdên şerê DAIŞê û şehîdên şoreşên Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê, herwiha kelûpelên kevn û dîrokî yên Kurdewarî hatibûn danîn. Serok Barzanî, ligel pîrozkirina van hewldanên niştimanî û Kurdperwerane û wefaya wan ji bo xwîna şehîdan, soz da xwediyên çayxaneyê ku ew ê alîkariya wan bike ji bo berfirehkirina çayxaneyê wek cîhekî çandî û girîng li nava bajarê Dihokê. Herwiha, di vê serdanê de, Serok Barzanî civîn û hevdîtin digel welatiyan kir.