Tuesday 28 October 2025

Serok Barzanî serdana Keleha Nizarkê kir



Êvara roja Sêşemiyê, 28ê Cotmeha 2025an, li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî serdana Keleha Nizarkê kir.

Di vê serdanê de, ku birêz Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên hizbî û hikûmî digel Serok Barzanî bûn, Serok Barzanî serdana Keleha Nizarkê kir, ku ew yek ji nîşaneyên mezlûmiyeta gelê Kurdistanê ye. Li wir, di dema rejîma berê ya Iraqê de, hejmarek zêde ji welatiyên me bi awayekî nemirovane hatibûn îşkencekirin û şehîd û Enfal kirin. Biryar e ew cîh bibe muzexaneyeke neteweyî ji bo zindîhiştina bîranîna şehîdan û qurbaniyên Enfalê. Herwiha, di vê serdanê de, Serok Barzanî derbarê pêvajoya nûjenkirinê û gavên veguherandina Keleha Nizarkê bo muzexaneyeke dîrokî û neteweyî ya Enfalê de hat agahdarkirin. Serok Barzanî Fatiha ji bo giyanê wan şehîdan xwend, yên ku li wê cihê ji aliyê rejîma Baasê ve di qonaxa heştemîn a Enfalê de hatibûn şehîdkirin.