Thursday 20 July 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Hêzên Çekdarên Fransa kir



Roja pênçşem 20ê temmuza 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Sébastien Lecornu Wezîrê Hêzên Çekdarên Fransa û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya cîhan û navçe û Iraqê guftûgo kirin û ji bilî balkişandina li ser dostayetiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Fransa, tekez li ser pêşxistina dostayetî û peywendî û hemahengiya di navbera her du aliyan kirin.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê gefên Da'îş û hizra tundreyiya li ser Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.