Thursday 23 January 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewlet yê li Wezareta Derveya Almanya kir



Roja pênçşema 23.01.2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Tobias Lindner Wezîrê Dewlet yê li Wezareta Derveya Almanya û Rêkxerê Taybetî yê Wezareta Derveya Almanya yê Karubarê Sûriye û şandeke pê re kir.

Li hevdîtinê de nirxandina rewşa siyasî û emnî û pêşhatên dawî yên navçeyê û Sûriye û her wiha metirsiyên serhildana terorê û rola aliyên Kurdî yên Sûriye li paşeroja wî welatî û pêwîstiya parastina aramî û piştbestina bi awayên aştiyane û diyaloga di navbera aliyan de kirin.

Di derbarê paşeroja Kurd li Sûriye, Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser dîroka xebat û êş û janên gelê Kurd li Sûriye tekez li wê yekê kir ku pêwîste aliyên Kurdî yên Sûriye bi hevre biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û bi aştî û diyalogê kêşe bêne çareser kirin. Her wiha sîstema siyasiya nû ya Sûriyê de, divê têgihiştina wan ya li ser rewşa gelê Kurd û daxwaz û maf û taybetmendiyên gelê Kurd hebê.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya herêmê û proseya guftûgoya di navbera aliyên siyasiyên herêmê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin.

Wezîrê Dewletê li Wezareta Derveya Almanya birêveçûna aramiya hilbijartinê û rêjeya bilinda beşdariya welatiyên herêmê li hilbijartina Parlemena Kurdistanê ya li cotmeha derbasbûyî bi serkeftî û bi mînakî wesif kir.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser peywendiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistanê û Almanya kirin û Serok Barzanî spasî hikûmet û gelê Almanya kir ku li şerê terorîstên Da'îş de yarmetîderê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn.

Şanda mîhvan jî wê yekê bi Serok Barzanî ragihandin ku Almanya piştevanê gelê Kurdistanê ye û li hemû rewşek da bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li hemahengiyê da dibe.