Roja çarşem 21.09.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Doktore Rêwaz Fayeq Seroka Parlemena Kurdistanê kir.
Her du alî li hevdîtinê de behsa pirsa nivîsîna destûra Herêma Kurdistanê û pêdivîtiya zemînesazî û dirustkirina hemahengî û yekdengiya li navbera aliyên siyasî û pêkhatên civakî yên Herêma Kurdistanê ya ji bo nivîsîna destûrê kirin.
Cenabê Serok Barzanî palpiştiya xwe ji bo Parlemena Kurdistanê û her hewleke zemînesazî û dirustkirina yekrêziya ji bo nivîsîna destûra Herêma Kurdistanê ragihand ku ji aliyê sazî û damezraweyên bilindên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî, wekî çawa li berê jî heman helwesta xwe hebuye.