Roja Sêşemiyê, 7ê Cotmeha 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Seyîd Emar Hekîm, Serokê Rêbaza Hîkmeya Niştimanî, û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û herêmê bi giştî hate nirxandin, herwiha li ser astengî û pirsgirêkên di nava pêvajoya siyasî ya Iraqê de û têkiliyên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de hate gotûbêjkirin.
Hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê mijareke din a vê hevdîtinê bû.