Roja yekşem 23ê temmuza 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patriyark Kardînal Luis Sako Patriyark û Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê û şandekî li gel da kir ku ji hejmarek Metranên Ola Krîstiyan li Herêma Kurdistan û Iraqê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Kardînal Luis Sako spasiya wê rêz û rûmetê kir ku li Herêma Kurdistanê ji bo hêma û kesayetiyên olên cûda cûda heye. Her wiha spasî çanda pêkvejiyana Kurdistanê kir ku bûye sedema parastina pêkhatan û dîrok û çanda wan. Destxweşiyê jî li Serok Barzanî kir ku bi hîkmet û rêberiya xwe, pêkvejiyan û aştî û jiyana hevbeş ya pêkhatên cûr bi cûrên li Kurdistanê pêşxistiye, ragihand ku şanaziyê bi wê jiyana hevbeş dikîn ku ji bo hemû aliyek li Kurdistanê da heye. Li beşekî dinê axaftina xwe de Kardînal Luis Sako balkişand li ser biryara vê dawiyê ya Serok Komarê Iraqê ya ji bo vekişandina mersûma Serok Komarî taybet bi Dêra Kildanî û bi biryarekî nedirust û metirsîdar da zanîn ku pêkhatên Krîstiyan birîndar kiriye û dijî bingehên pêkvejiyan û aştiyaneye.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan serzemînê pêkvejiyan û aştevayî ya di navbera hemû pêkhatên neteweyî û olî ye. Eve jî xisterû ku li şerê dijî terorîstên Da'îş da min bi şandekî kesayetiyên Olî yên Krîstiyanan ragihand ku Kurdistan welatê we bi xwe ye û nabê bîr û hizra bi cîh hîştina wê bikin, yan pêkve bi serbilindî li ser vê axê dijîn yan jî pêkve dimrîn. Serok Barzanî dilgiraniya xwe li beranber biryara Serok Komarê Iraqê ya ji bo vekişandina mersûma Serok Komarî ya taybet bi Dêra Kildanî nîşan da û hêvî xwest ku pêdaçûn bi biryarê bê kirin û bê rast kirin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de şanda mîhvan bi kurtî di derbarê rewşa parêzgeha Nînowa û jiyan û guzeraniya Krîstiyanan û eger û metirsiyên wan yên ji paşerojê ji bo Serok Barzanî behs kirin.