Wednesday 7 April 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê kir



Roja çarşem 07.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê guftûgo kirin û her wiha di derbarê proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin.