Tuesday 14 September 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Patriyarkê Dêra Rojhilatiya Aşûrî kir



Roja sêşem 14.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patriyark Mar Awayê sêyem, Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilatiya Aşûrî li cîhanê û şandeke li gel da kir ku ji Metran û rihspiyên oliyên Dêra Rojhilatiya Aşûrî pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Patriyark Mar Awayê sêyem, ji bilî balkişandina peywendiya dîrokiya di navbera malbata Barzanî û Dêra Rojhilatiya Aşûrî, spasî Serok Barzanî kir ji bo piştgîrî û parastina pêkvejiyan û tebayî ya di navbera pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiyê li Patriyark Mar Awayê sêyem kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û xweşhaliya xwe jî li wê yekê derbirî ku di demên derbasbûyî de kursiya Patriyarka Dêra Rojhilatiya Aşûrî ji bo bajarê Hewlêrê veguhest, tekez jî li wê yekê kir ku Kurdistan welatê pêkvejiyan û tebayî ya di navbera pêkhatane û ew pêkvejiyan jî pêwîste bê parastin û bê dewlemendtir kirin.