Roja şemiya 26 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Ebdulqadr El Dexîl Parêzgerê Nînowayê (Musil) kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emnî ya parêzgeha Nînowa û hemahengî û karê hevbeş ya sazî û damudezgehên fermî yên parêzgeha Nînowa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li ser piştevaniya xwe ya ki bo parêzgeha Nînowayê kir û hêvî xwest welatî û hemû pêkhatên Nînowayê paşerojeke baştir hebê.