Roja çarşem 25.01.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Sekretera Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda hate guftûgo kirin. Her wiha tekez li ser pêwîstiya bi cîhkirina rêkeftinnameya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di derbarê asayîkirina rewşa Şingalê û vegerana koçberan kirin.
Rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û di derbarê bi babeta hilbijartinê, Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve hilbijartin bingeh û prensîpeke neguhere ji bo şerîet û hukimraniyê û pêwîste hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe da birêvebiçe. Tekez jî li wê yekê kir ku divê îrade û berjewendiya pêkhatan li ber çav bêgirtin û ji bo babeta mafên wan ya li hilbijartinê nabê ji derveyê îradeya pêkhatan bi tu awayekê û formulek li ser pêkhatên Kurdistanê bê sepandin.