Monday 18 September 2023

Serok Barzanî pêşwaziya malbat û kesukarên şehîdan û birîndarên rûdanên vê dawiyê ya Kerkûkê kir



Roja dûşema 18ê Eylûla 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya malbat û kesukarên şehîdan û birîndarên rûdanên vê dawiyê ya Kerkûkê kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî pirse û sersaxiyê û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û birîndaran kir û tekez li wê yekê kir ku xwîna wan azîzan bi vala naçê û pêwîste tawanbar sizayên xwe yên yasayî werbigrin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku xwîna wan şehîdane û dengê nerazîbûna we peyamekî rûn bû ji bo hemû aliyek ku Kurd gelekî zîndî û hişyare û pêwîste tixûbek ji bo wê zulm û naheqiyê bê danîn ku li dijî welatiyên Kurd li Kerkûkê tê kirin. Eve jî bi amadebûyan ragihand berdewambûna wê rewşa ne xwezayî ya li Kerkûkê heye, wateya wê ewe nîne ku destberdarê nasnameya Kerkûkê dibîn ji ber ku Kerkûk ji bo hemû takekî Kurd semboleke mezine. Serok Barzanî ewe jî dûpatkir ku Kerkûk divê ji bo hemûyan bê û bibê mînaka pêkvejiyan û birayetî û tebayî û ew giriftên ku niha li holê dane bi xwesepandin û tundiyê nayên çareser kirin belku divê ji bo çareseriya kêşeyan zimanê eqil û mentiq bê bikaranîn.

Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi kûrahî li êş û azarên welatiyên Kurd li Kerkûkê têdigihe û daxwaz jî kir ku bi tu awayekê rê bi serkeftina wan hewlên neberpirsane neyê dayîn ku niyeta wan heye nakokiyên xwe yên siyasî yên aliyan bikin nakokî û gengeşeya neteweyî ya di navbera pêkhatên Kerkûkê.