Tuesday 24 June 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Urdinê kir



Roja sêşema 24 ê hezîrana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Fuad Xazir Almecalî Konsulê Giştî yê Şahnişîna Urdinê kir.

Li hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Urdinê bi helkefta dawî hatina erkê xwe û ji bo malavayî kirinê serdana Serok Barzanî kiribû, rûmetên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya kûr kirina peywendî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe û her wiha aramî û ewlehiya li Herêma Kurdistan û Iraqê da hebû.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî destxweşî kirina erk û keda Konsulê Urdinê ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de, hêviya serkeftinê jî ji bo wî xwest.