Roja duşem 13.09.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya David Hunt Konsolê Giştiyê nû yê Brîtanya li Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî, li erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Brîtanya li Hewlêrê xwest û her wiha spasî Brîtanya kir ku li şerê Da'îş da piştevanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne.
Her li vê hevdîtinê de Konsolê Giştiyê Brîtanya tekez li ser berdewamiya palpiştiya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û xwazyarê berfirehtirbûna peywendiyan û pêşxistina hemahengiya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê li warên cûr bi cûr da bû.
Hilbijartinên cotmehê bê ya Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her du alî hêviya ewe xwestin ku hilbijartinên paşerojê ya Iraqê bibê sedema guhertineke erênî û pêkanîna xwestên welatiyan.