Tuesday 2 February 2021

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Ermenîstanê li bajarê Hewlêrê kir



Roja sêşem 02.02.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Erşak Manokyan Konsolê Ermenîstanê li bajarê Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Ermenîstanê li Hewlêr pêzanînên xwe ji bo ked û xebata dîrokiya Serok Barzanî ya bi navê azadî û mafên gelê Kurdistanê hebû û her wiha rola Serok Barzanî li pêkanîna aramî û şerê terorê de bilind nirxand.

Nirxandina rewşa siyasiya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her wiha her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Ermenîstanê kirin.