Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo rola bihêz û neteweyî û stratejî ya li piştevanîkirina proseya aştî li Tirkiyê destxweşiyê li Serok Barzanî kirin û daxwaz kirin ku Serok Barzanî li rola xwe ya palpiştîkirina vê pêvajoya dîrokî ya li qonaxên cûda cûda de berdewam be. Herwiha ji bilî gihandina peyam û daxwaza birêz Ocelan daxwaz jî kirin ku Serok Barzanî serdana birêz Ocalan bike.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ew hengavên li pêvajoya aştiyê da li ber hatine girtin, hengavên girîngin ber bi rêyeke dirust. Ewe jî ragihand pêvajoya aştiyê pêwîstî bi bîhnfirehî û hûrbîniyê heye bo ku bigihe encameke baş, deh sal gotûbêj baştire ji yek demjimêr şer û bi şer û tundiyê kêşe nayên çareser kirin û divê pişt bi xebata siyasî û diyalog û hevdû qebul kirin û dîplomasiyê bê bestin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi navê serxistina pêvajoya çareseriyê ewê li dest û şiyana cenabê wî de bê kêmasiyê nake û di derbarê bi daxwazên wan ya serdana cem birêz Ocalan ragihand li rewşeke guncayî da ew serdan tê encam dan. Serok Barzanî daxwaz jî kir hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê palpiştê pêvajoya çareseriya aştiyê ya li Tirkiye bin.