Saturday 5 July 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir



Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Di destpêka hevdîtinê de şanda mîhvan bi navê xelkê Helebçeyê ji bo rola Serok Barzanî ya li hewlên bi parêzgehbûna Helebçeyê û ew xizmetguzariyên ku berê pêşkêşî Helebçeyê hatine kirin spas û rûmetên xwe hebû. Herwiha spasiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlemena Kurdistanê û Nûnerên Herêma Kurdistanê li Bexdayê kirin ku bi hevre hewleke ciddî ji bo serxistina bi parêzgehbûna Helebçeyê dan. Herwiha daxwazê kirin ku Serok Barzanî li palpiştiyên xwe yên ji bo Helebçeyê û zêdetir xizmetguzariya devera Helebçeyê li rêya sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê de berdewam bê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bilî balkişandina bi dîrok û qurbanîdana Helebçeyê ragihand, bi parêzgehbûna Helebçeyê tenê babeteke me'newî û bi navê gihandina xizmetguzariyên zêdetire û beranberî bi qurbanîdan û meziniya Helebçeyê nayê kirin. Her wiha eve jî xisterû ku bi şanaziyê ve xwe bi endameke Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê dizanê û erkî sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê ye ewê li karîn û şiyana wan da bê ji bo xizmetkirina Helebçe encam bidin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî di derbarê rewşa siyasî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal ber çavrûniyên pêwîst xisterû.