Sunday 24 November 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Projeya Niştimaniya Iraqî û şandeke pê re kir



Roja yekşema 24.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Şêx Cemal Elzarî Emîndarê Giştî yê Projeya Niştimaniya Iraqî û şandeke pê re kir ku ji Endamên Encûmena Nûnerên Iraqê her yek ji rêzdaran Xalîd Sultan Haşim Endamê Lîjneya Asayîş û Berevaniyê û rêzdar Hemîd Kesar Elzubî pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên Iraqê û girîngiya hebûna peywendî û hemahengiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê de guftûgo kirin, her wiha balkişandin li ser peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê.